
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan derbarê barxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bersiv da pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê û got, tişta dewleta Tirk li hemberî Kurdan dike wehşet e. Karayilan asta xwedîderketinê ya Kurdên li Ewropayê nizm nirxand û got: “Divê Kurdên li Ewropayê bibin çav, guh û dengê berxwedanê.”
Karayilan di destpêka axaftina xwe de hemû berxwedêr silav kirin û got, "Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide."
‘Îro dora Kurdan e’
Karayilan destnîşan kir ku ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtingeriyê ye. Karayilan diyar kir ku dewlet dixwaze li van her sê bajaran encamê bi dest bixe, lê belê gelê Kurd wê destûra vê nede.
Karayilan got, "Berxwedana gelê me berxwedana demokrasî, azadî û hebûnê ye. Ev berxwedan wê bi ser keve. Êdî ne mêtingerî, wê gel bi ser kevin. Îro roj dora Kurdan e. Roj roja Kurdan e, roja demokrasî û azadiyê ye. Roj ne roja dîktatoriyê ye. Ji ber vê yekê gelê me û berxwedana xwe ya pîroz wê bi ser keve."
‘Dixwaze sûcdariya xwe mafdar nîşan bide’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan asta xwedîderketina li berxwedanê jî weha nirxand: "Xwedîderketin di asta normal de ye. Halbûkî berxwedan îro li Sûr, Cizîr û Silopiyayê gihaştiye asteke gelekî girîng. Zilm li gelê me tê kirin, zarokên me tên qetilkirin, dayikên me tên kuştin. Hînê nû dayikeke bi navê Melek Alpaydin li mala xwe, dema bi zarokên xwe re li ser sifrê bû, bi topa dijmin şehîd ket. Dijmin mîna henekê xwe pê bike dibêje, 'em lêdikolin bê bi kîjan cismî şehîd ketiye'. Halbûkî her tişt li pêş çavan e; bi topa wan şehîd ketiye. Lê belê dewleta AKP'ê siyaseteke mezin a derewan dimeşîne û hewl dide sûcdariya xwe mafdar nîşan bide. Hem me qetil dike, hem jî îdîa dike ku me xwe bi xwe qetil kiriye. Hem bajarên me vala dikin, hem jî îdîa dikin ku me vala kiriye.
‘Ji hovîtiya DAIŞ’ê jî bihurîne’
Mûrat Karayilan di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi topbarandinê bajarê Kurdistanê dide valakirin û wiha pê de çû: “Di sedsala 21'an de li ku derê hatiye dîtin ku bajarên mezin û qedîm bi topbaranê hatine valakirin û hilweşandin? Li ku derê hatiye dîtin ku dayikek li naverastê hatiye qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê hatiye hiştin? Li ku derê hatiye dîtin ku keçên ciwan hatine şehîdxistin û bedenên wan hatine tazîkirin, li nava kolanan hatine gerandin? Li ku derê hatiye dîtin ku ciwan piştî şehîd hat xistin bedena wan li pişt wesayîtê hatiye girêdan û li erdê hatiye kaşkirin? Me beşek ji vê hovîtiyê di wehşeta DAIŞ'ê de dît, lê belê ev ji hovîtiya DAIŞ'ê jî bihurîn."
‘Li malê rûnenê’
Karayilan da xuyakirin, ku ev hemû zilma li dijî mirovahiyê ye û ev zilm îro li Kurdan tê kirin. Karayilan got, "Wehşeta dewleta AKP'ê bi vî rengî zilmê li Kurdan dike. Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' pêwîst e, li hemberî vê yekê li malê rûnenê. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Eger îro li Cizîrê ev zilm tê kirin, kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im, ez welatparêz im, ez demokrat im' divê li mala xwe rûnenê, ji sedî sed tiştekî bike. Pêwîst e ku em vê berxwedanê ji rewşa xwecihî derxînin û veguherînin berxwedaneke neteweyî. Divê gelê leheng ê Amed û Botanê di vê berxwedanê de bi tenê neyê hiştin.
Beriya her tiştî ev wezîfeyek e. Wezîfeya Kurdbûyîn, welatparêzî û demokratîkbûyînê ye. Yanî ev yek wezîfeyeke mirovahiyê ye. Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li hemberî hovîtiya li vê xakê, li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne."
‘Asta xwedîderketina Kurdên li Ewropayê nizm e’
Karayilan ragihand, ku eger ji vî alî ve were nirxandin, wê bê dîtin ku asta roja îro ya xwedîderketinê têrê nake û got, "Asta xwedîderketinê ya Kurdên li Ewropayê nizm e. Divê Kurdên li Ewropayê bibin çav, guh û dengê berxwedanê. Di sedsala 21'an de bajar tên bombekirin, jin, zarok, extiyar mirovên me hedef tên girtin. Ev yek wehşet e. Û ev yek hînê bi têrkerî ji raya giştî ya cîhanê re nehatiye nîşandan. Hewldanên heyî yên di vî warî de têrê nakin.
Karayilan bang li ciwanan kir
Mûrat Karayilan bang li ciwanên Kurd kir ku hîn bêhtir tevlî berxwedanê bibin û wiha peyivî: “Girîng e werin Silopiya, Cizîr û Sûrê û tevlî berxwedanê bibin. Li hemberî vê zilmê divê bêdeng nemînin, li ber xwe bidin, tevlî berxwedanê bibin û vê zilmê bişikînin. Ev wezîfeyek e. Yanî çi ji destê kê tê divê bike. Roj rojeke bi vî rengî ye. Roj roja hewldanê ye, roja rûmetê ye."
‘Ji bo tevlîbûna berxwedanê dereng nemînin’
Karayilan anî ziman ku kes û herêmên dixwazin tevlî vê berxwedanê bibin divê zêde dereng nemînin û got, "Zêdebûna êrîşên dewleta Tirk û mezinbûna berxwedanê, rewşeke nû derxist holê. Di vê astê de temaşekirin nabe, divê mirov bikevin nava tevgerê. Pêwîst e gelê Kurd yekser xwedî li hev derkeve. Divê bajar dengê hev bibihîzin. Ev asta berxwedana li Sûr, Cizîr û Silopiyayê, bangek e. Bangek li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Li hemberî tank, top, helîkopter û êrîşên mezin, gelê me li ber xwe dide. Ev berxwedan di heman demê de qîrîn û bang e. Divê ti kes li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne."
‘Dive bêdengiya cîhanê were şikandin’
Karayilan bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya cîhanê jî û destnîşan kir, ku divê ev bêdengî were şikandin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Gelê me yê hêja di vê têkoşîna pîroz de gelek şehîdên mezin dan. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranînên şehîdan re em ê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixînin, ev yek wezîfeya hemû şervanan e.”
ANF/BEHDÎNAN