Amerîka û Rûsyayê piştî ku li ser hin xalan li hev kirin û bi taybetî piştî ku behaneya çekên kîmyewî yên rejîma Sûriyeyê ji holê rabû dest bi xebatên ji bo lidarxistina konferanseke ji bo çareseriya aşityane kirin.
Gelek aliyên ku bi rengekî çalak cihê xwe li kêleka komên çekdar digirin û bi riya wan şerê rejîma Esed dikin nerazîbûnên xwe yên ji van hewldanan anîn ziman û her zext li ser muxalefetê jî kirin ku şertên xwe yên tevlibûnê giran bikin. Ew aliyên wekî Siûdiyê, Qeter û Tirkiyeyê yên ku bi her awayî piştgiriyê didin muxalefeta çekdar bi vî rengî zext li ser muxalefeta Sûriyeyê kirin.
Ji aliyekî din ve xwediyên vê projeyê ango Rûsya û Amerîkayê jî bi rengekî din zextên xwe li ser muxalefetê dikin da ku wan tevli vê civînê bikin. Muxalfet jî di navbera van her du hêzan de diçe û tê geh li gorî wî aliyî geh li gorî vî aliyî daxuyanî û şertên xwe yên tevlibûnê rêz dike.
Ji aliyekî din ve xebatên ji bo qayilkirina hevalbendê rejîma Sûriyeyê yên sereke tên kirin. Ji aliyekî ve Amerîkayê û welatên din ên NATO’yê hewl didin ku bi riya bazara li ser nukleera Îranê hinekî piştgiriya wan a bi Esed re qels bikin.
Ji aliyekî din ve Tirkiyeyê bi riya peymanên bazirganiyê dixwaze Rûsyayê qayil bike. Bi texmîna min Tirkiye di van bazarên xwe yên aborî yên Bi Rûsyayê re ne tenê sekna wê ya li kêleka Esed lê ji bo mijara tevlêbûna Kurdan a konferansa Cenevre 2 jî dê hewl bide ku nûnertiya Kurdan ne bi riya desteya bilind an jî PYD be.
Di vî warî de Tirkiyeyê hemû dîplomasiya xwe dide xebitandin da ku Kurd li Cenevre 2 wekî hêzeke hevgirtî û bi yekrêzî tevli vê konferansê nebibin.
Ji xwe di vî warî de gelek gav avêtin û pêşî bi riya rêveberiya başûrê Kurdistanê hin aliyên Kurd ji refa wan qutkirin û xistin nava Koalisyona Niştimanî ya Sûriyeyê ango ew xistin bin siya xwe.
Tirkiye dixwaze wekî çawa di peymana Lozanê de Kurd bi riya mirovekî xwe dan temsîlkirin li vir jî tiştekî wiha bikin.
Ew naxwazin Kurdên xwedî îrade û serbixwe tevli vê konferansê bibin û çi ji destê wan tê di vî warî de dikin.
Lê mixabin hin aliyên Kurd vê talukeyê nabînin û li pey hesabên biçûk ên partiyên xwe ketine û xwe pelû dikin ser muxalefeta nijadperest ku mafên herî xwezayî yên Kurdan inkar dike.
RIZOYÊ XERZÎ
analîz: Kurd û cenevre-2