
Dayika Ereb Emşe di der barê rewşa bajarê Serêkaniyê ya dema şer de wiha dibêje; “li bajarê me şerekî giran bi rêve çû, hemû bajarê me hate wêrankirin. Dema şer derket di serî de em ji bajarê xwe derneketin, lê her ku çû êrîş li ser bajêr giran bûn. Wê demê em neçar man ji bajêr derkevin. Em ji aliyên komên çete ve gelekî hatin tehdîdkirin û ji me re digotin hûn bi YPG’ê re ne, me jî ji wan re digot em tenê bi heq û maf re ne. Komên çete hemû tiştên me birin û tiştên mane jî xera kirin û dizîn. Ew kes mîna hovan ketin nava bajarê me û talan kirin. Ev hemû di bin navê Îslamê de kirin, lê pir mixabin ti têkiliya wan bi olê Îslamê re nîne. Wê demê ez ji mala xwe derketim û bi meşê min berê xwe da gundê Elok ê girêdayî Serêkaniyê, di wê navberê de li aliyê Elok şer tinebû.”
Kêfxweşiya dîtina keçên têkoşer
Dayika Emşe di derbarê hatina hêzên YPG û YPJ’ê û şerê di navbera wan û komên çete de jî wiha dirêjî dide gotinên xwe; “Bi hatina hêzên YPG’ê û YPJ’ ê re bajarê Serêkaniyê rewş hate guhartin. Wê demê her roj êdî komên çete xwe paşde kişandin. Ji ber her roja wan bi şikestinê bi dawî dibû. Ji ber vê ez dibêjim xwedê hêzên YPJ û YPG’ê ji me re bihêle, em gelek ji wan razîne. Dema ku şer hate bajarê me tenê wan parastina erd û namûsa me kir, derveyî Yekîneyên Parastinê tu kes nîn bû. Bi taybet dema em keçên YPJ’ê dibînin ka çawa parastina me jinan û civakê dikin, em gelek kêfxweş dibim. Ez her roj ji wan re du’a yan dikim. Ji ber bi rastî wan, ne tenê paratina me kirin, lê ji bo, tiştek bi me neyê wan canê xwe da. Em niha nikarin bihijmêrin ka çiqas keç û kurên vê welatî xwe feda kirin tenê ji bo em di rojên wiha aram de bijîn.”
‘Em niha di nava aramiyê de dijîn’
Dayika Emşe ya ku dema ji me re behsa Ronahî Tv dikir û nedikarî navê Ronahî Tv bi awayekî baş bi lêv bike wiha dibêje; “ Her çiqas ku ez kurdî fêm nakim jî, lê ez careke din her ku eletrîk tê ji zarokên xwe re dibêjim ka bibin ser qenala Ronahî ji bo em bizanin ka çi heye û agahî çine. Di roja îro de bi xêra yekîneyên parastinê YPJ’ê û YPG’ê em di nava aramiyê de dijîn. Ji xwe piştî ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê bajarê me ji komên çete rizgar kirin, ez careke din vegeriyam bajarê xwe Serêkaniyê. Niha ez tevî zarokên xwe di nava aramî û rihetiyê de bê tirs dijîn. Lê dema ku komên çete li bajêr bûn, rexmî ku em erebin jî, lê me nedikarî em ji malên xwe derkevin. Em qet careke din naxwezin yek endamê komên çete bi çavan bibînin”
MEDYA DÊRSIM/ANHA/SERÊKANIYÊ