Hêzên Asayîşa navçeya Cindirêsê wesayîteke KIA Sîroato ya bi rengê sor û bi nûmareya “Heleb 543” li benda kontrolê ya li gundê Til Silorê ya navçeyê girtin. Çavkaniyekî nêzî hêzên asayîşê diyar kir ku agahiyên taybet ji hêzên Asayîşê re hatine û hate diyarkirin ku wesayîta bombe barkirî dema di benda kontrolê re derbas dibe, tevî ajokarê wê tê digirin.  Hêzên Asayîşê bang li hemû welatiyan kir ku derbarê bûyerên bi vî rengî de navenda asayîşê ya herî nêzîk agahdar bikin û cihên wesayît û kesên guman li ser hebe diyar bikin.

Li aliyê din li rojavayê herêma Kobanê çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku bi Motorbiskilêtekê êrîşî benda kontrolê ya hêzên YPG’ê bikin, lê bi ser neketin. Li gundê Qenayê yê rojavayê herêma Kobanê, komeke çete ya DAIŞ’ê ji bajaroka Şiyûx derketin û hewldan bi motorbiskilêtekê bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya hêzên YPG’ê bikin. Şervanên YPG’ê pilana wan eşkere kirin û çete neçar man paşve birevin û 300 mître dûrî benda YPG’ê motorbiskilêta xwe teqandin. Di encamê de çeteyek hate kuştin û yekî din jî birîndar bû. Li rojhilatê herêma Kobanê jî çeteyan bi çekên giran ji gundê Melûh El-Qemer gundê Girsor topbaran kirin. 

ANHA/EFRÎN