Ji dewreya Şehîd Diyar ya Akademiya Şehîd Şengal 16 endamên nû bi merasîmeke leşkerî dewreya xwe bi dawî kirin û beşdarî nava Asayîşa Êzîdxanê bûn.
Li bajarokê Xanesorê ji dewreya Şehîd Diyar ya Akademiya Şehîd Şengal 16 endamên nû bi merasîmeke leşkerî dewreya xwe bi dawî kirin û beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn. Endamên nû yên beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûne ji gund û bajarokên Şengalê ne. Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtina ji bo azadiya Kurdistanê û şehîdên 73 fermanan destpê kir.
Dewreya Asayîşa Êzîdxanê 25 rojan dewam kir. Di nava van 25 rojan de li ser disîplîna leşkerî, dîroka Êzîdxanê û xweparastinê perwerde hate dayîn.
ROJNEWS/ŞENGAL