Erdogan AGRON*  

‘Av’ di vegotina Ahmedê Bilokî de xwedî nirxeke wateyê ya erênî ye. Lê ‘tî’bûn bi nirxeke neyînî li avê serwer dibe. Bi vî awayî ji serî heta dawî ‘tî’bûn di bîra me de dimîne û helbestvan jî her tim wê tîne bîra me. Ger ku av tî be, av kêm e. Ne temam e.

 ’Ava Tî’ ji cehekî bi şûn ve dibe dirûşmeyeke di rihê jinê de, dibe taswîr, dibe pênase. Êdî mirov dikare giraniya sembolê bibîne, ku semboleke ji binehişiya civakî çawa li qeraxên binehişiya helbestvan xistiye. Di encamê de tîna avê dişike. Lê em wê nabînin.

Di demên dawî de, li gel zor û zehmetiyên pêvajoya siyasî ya em tê de ne, weşanên Aryen bi dilêrî û bi hişyariyê balê dikişîne ser xwe. Di hêla êdîtoryal de mora xwe li xebatên hêja dixe. Yek ji xebatên weşanxaneyê jî pirtûka ’Ava Tî’ ya Ahmedê Bilokî ye. Bawerim ku ew ê di hêla edîtoriyê de bala pisporên vî karî bikişîne, lê belê di derbarê helbestê bi xwe de dixwazim çend gotinên kirdewar bînim ziman.

’Ava Tî’ ji yek helbestên wî ye ku navê xwe li pirtûkê jî kiriye. Helbest bi rêbaza serbest hatiye nivîsandin. Helwêsta raveker, lêpirsînêr û cih cih wesfîner di nava hev de hatine bikaranîn. Bi dubarekirinan, bi dijberiya peyvan xwestiye rîtmekê bide helbestê û wateyên nû biafirîne.

Helbet di helbestê de wate, wateyeke zanistî nîne. Wate di helbestê de rabihîstînî ye, bîrbirînî ye. Ji bo vê yekê jî helbest navê pirwateyiyê ye. Pirwateyî bi peyvên hatiye giyanwerkirin, sembol û metaforên binehişiya civakî dikare were afirandin. Helbestvan encax dikare bi vî awayî helbestê ji binhişiya kesayetê rizgar bike û têrwateyî di helbesta wî de rû bide!

Helbest bi tenê ne bi tiştên hatiye gotin helbest e. Bi heman awayî ew bi tiştên ku venegotiye, peyvên ku li dervayî vegotinê hatine hiştin, helbest e.

Heyînayetî û av

Di ’Ava Tî’ de ev du xal jî balê dikişînin. Di ’Ava Tî’ de behsa berxwedana duwanzdeh berxwederên li Şengalê nayê kirin lê em radibihîzin ku ew li wir in. Behsa zarokên ji ber şîr hatine girtin û terkî mirinê hatine kirin nake, lê li berpala Şengalê, li ber qêleya havîne em wan dibînin. Em şervanên jin û mêr tê de dibînin û her yek dibe bişirandinek û ruhê me yê kelogirî dinixûmîne. Ehmedê Blokî avê weke semboleke dewlemend, ku bingehê heyînayetiyê ye dixe esasê helbesta xwe û helbestê li ser av û tîbûnê ava dike. Av, avahî ye. Di zimanê me de wiha bi cih bûye; pakî, paqijî û ezîzî ye.

Di mîtolojiya Sumeran de heyînayetî ji avê dest pê dike. Hemî xweda ji avê diafirin. Av, dêxweda ye. Di mîtolojiya Babilan de dibe stergeha Mardûk ku mirov dibîne meyla Mardûk bi vî awayî li malzaroka dayîkê ye. Malzarok jî derya ye, av e, destpêka jiyana giyanwer e.

Di felsefeya xwezayê de cihê xwe di nava ‘anasir-i erbaa’ de digire. Di têgihiştina heyînayetiyê ya tasawûfê de heyînayetî weke çemekî tê dîtin. Çem ji jor ve (yanî ji heyînayetiya mutlaq) ber bi jêr ve dinilize. Ev çem encax di kesayeta xelîfeyê heyberan de (insan) dikare bixurice jor.

Av ji pîroziya xwe dikeve

Axirê ‘av’ di vegotina Ahmedê Bilokî de xwedî nirxeke wateyê ya erênî ye. Lê ‘tî’bûn bi nirxeke neyînî li avê serwer dibe. Bi vî awayî ji serî heta dawî ‘tî’bûn di bîra me de dimîne û helbestvan jî her tim wê tîne bîra me. Ger ku av tî be, av kêm e. Ne temam e. Tîbûn tê wateya pêwistî bi tişta kêm di kesayetiya avê de. Bi vî awayî av ji pîroziya xwe dikeve. Ava heyatê, ava zemzemê, ava nemiriyê… Av êdî tî ye. Bi dijberiya ‘av’ û ‘tî’bûnê wateyeke nû tê afirandin.

Tîbûn dibe tîbûna keviran

Bi tîbûna avê prosesa heyînayetiyê di kesayeta civaka Ahmedê Bilokî de diqurife. Helbesta wî ya dirêj di navbera trajediya Şengalê û destana Kobanê de dibe pirek.

Ji tîbûna avê helbestvan jî pertav dikeve. Tîbûn tîbûna wî ye û tîna wî bi peyvan naşike. Ji bo wê jî gelek peyvan dubare dike, gelek qalibên hevokan diceribîne. Ji cihekî û pê ve jî helbesta xwe bi leylanan dinivîse. Tîbûna avê bûye tîbûna helbestê, ya helbestê bûye ya helbestvan, ya helbestvan dibe ya xwîner. Tew mirov qet lê hay nabe, tev ji ber xwe ve bê agahî… Û tîbûn dibe tîbûna keviran…

‘av tî dibe

lêvên keviran diqelişin

îskana meyperestan dilerize’

Helbestvan, behremendiya keviran bi dev û lêvkirinê nîşan dide. Û ji tîna avê lêvê li wan dide qelaştin. Di kesandinê de behremendiyeke hêjayî wesifandinê ye û bi helbestê daye xwarin ku pirr zû bala me nakişîne. Ne bi tenê wateyê, xuyangê jî bi mijeke tenik dinixumîne. Jixwe kûrahiya helbestê jî dikare bi vî awayî were naskirin.

’Ava Tî’ ji cehekî bi şûn ve dibe dirûşmeyeke di rihê jinê de, dibe taswîr, dibe pênase. Ji vir û şûn ve mirov dikare giraniya sembolê bibîne, ku semboleke ji binehişiya civakî çawa li qeraxên binehişiya helbestvan xistiye.

Xwîner her tî dimîne

Di encamê de tîna avê dişine. Lê em wê nabînin. Çima, çawa, li ku û bi çi tîbûna avê dişike em lê serwext nabin. Belkî tercîheke, belkî pêwistiya qedandinê, belkî têgihandina helbestê ye. Lê xwezî mirov bizanîba bi çi û çawa tîna avê şikest. Gelo bi axê, bi hewayê yan bi êgir tîna avê şikest? An bi hêsirên dayîkekê, bi xwîna ciwanekî/ê tîna xwe şikand? Lê em bi rêzikên rûpela dawiyê têdigihêjin ku tîna avê şikestiye lê em her tî dimînin.

Wisa dibêje :

‘Xwestin dîsa

min û te vexwin

lê nekarîbûn

lê nekarîbûn

lew êdî pêsîrên te ne tazî bûn

ger careke din av

TÎ BIBE

û em carekê bibin

TÎWARÊN TE…’

Piştî ku mirov wan rêzikan dixwîne xweziyek li mirovî peyda dibe û mirov bê hemdê xwe dibêje ‘Xwezî wisa neqediyabûna’.

Helbesta Ahmedê Bilokî dişibe spîndarên berî li asîmanan û weza ber bayî xuşînî bi pelçimên dikeve; pelçim diricifin, diçirisin…

* Ji Girtîgeha Odemiş a Izmîrê