Yekemîn bajarê Sumeran bajarê Erzîn ê li quntarên Çiyayê Mereto û li qiraxa Çemê Xerzanê beriya hezaran salî hat avakirin, tevî hemû dagirkeriyan jî şopên wê îro jî tên dîtin. Bajarê Erzen ê kevnare, ku yekemîn wargeh-bajarê cîhanê ye, ji ber HES û bendavên li ser çemê Dîcle û Firatê bi tehlûkeya nemanê re rû bi rû ye. Dîroknas Seyît Ercîn der barê şaristanî û qewmên li bajarê Erzenê mayî de agahî dan û got, bajarê Erzen ê heta salên 1.700´î li ser piyan ma, dîroka wê ya 500 salên dawî tarî ye.

Ercîn diyar kir ku bajarê Erzen, herêma ji Gola Masiyan û Kela Şêx Baç ên li biniya Dîkran û Kerta ye û got, “Tê zanîn li Erzenê Sûbarû jiyane. Sûbarû xizmên Hûriyan in. Hûrî, Mîtanî, Sumer jiyane. Babîlên destpêkê û yên dawî li Erzenê jiyane. Yewnan jiyane, Romayî jiyane, Sasanî jiyane. Kurt û Kurmancî, di wê demê de çiqas şaristanî hebin, hemû li vir mane. Şopa gelek ji van civak û împaratoriyan îro jî li Erzena dîrokî tê dîtin.”

Ercîn da zanîn, ku Mogolan piştî komkujiyeke mezin lê kir, li vê Erzenê serdest bûn, û diyar kir ku Medî jî li bajarê Erzenê mane. Ji ber ku xabatên arkeolojîk pêk nayên, gelek aliyên girîng ên vê wargeha dîrokî hîna derneketine ser rûyê erdê.  



FERHAT ARSLAN/ANF / ÊLIH