Xoy dikeve bakurrojhilatê Gola Urmiyeyê û li başûrrojavayê Deşta Çaldêranê ye. Li bajêr gelê kurd û azerî bi hev re dijîn. Dîroknas dibêjin ku dîroka Xoyê heya 3000-4000 hezar Beriya Zayinê (B.Z) diçe. Hin derdor jî dibêjin Xoy di serdema medan de nêzîkî Çiyayê Ewrînê li deştê hatiye ava kirin. Navê Ewrîn ji peyva “awir” tê û ev peyv tê wateya cihê bilind. Gelek dîroknas dibêjin ku ev nav ji dema sumeriyan maye. Çiyayê Ewrîn her dem buye cihê şer û berxwedana gelê kurd. Xoy 141 kîlometre ji Urmiyeyê dûr e. Di navbera Xoy û Tebrîzê de jî 143 kîlometre mesafe heye. Her wiha 777 kîlometre jî dûrî Tehranê ye.
Xoy demekê ketiye bin hakîmiyeta Urartuyan jî. Şerê di navbera Şah Îsmaîl û Yavûz Sultan Selîm ku wek Şerê Çaldêran (1514) tê binavkirin nêzî Xoyê qewimiye. Xoy ji hêla erdnîgarî ve jî cihekî dewlemend e û xwedî çandeke qedîm e. Di aborî û bazirganiya herêmê de jî xwedî roleke diyarker e. Ji bo bajarên Maku, Salmas, Şut, Qereziyadîn, Siyayê Çişmê û Pûldeşt wek navendeke tîcaretê ye. Ji ber ku Xoy jî gelek caran buye qada serhildanên gelê kurd, dewelta Îranê bi polîtîkayên tundiyê li ser vî bajarî jî meşandiye û li cihê kurdên sirgûn kiriye azerî bi cih kiriye.
Li derdora Xoy li ser xaka berfireh gelek nebatat tên çandin. Dîsa sebze û fêkiyên wê navdar in. Sêv guleberoj, genim û hwd.. Hema bêje li her cihî zeviyên şîn yên guleberojan bal dikişînin. Nava bajarê Xoy jî pir paqij e û li her du kêlekên rê jî dar dikin ku mirov tim di binê sihê de bimeşe.
Li Xoy cihên dîrokî jî hene ku bala turîstan dikişînin. Gora Şemsê Tebrîzî tê gotin li vî bajarî ye. Ev gor wek abîdeyekî ye û di qada gorê de li dîwaran beytên Şems hatine neqşkirin. Her wiha mînareya li ber serê gora Şems jî bi mîmariya xwe balê dikişîne. Qiloçên beranan yên li ser minareyê bala her mirovekî dikişîne û taybetmendiyeke cuda dide mînareyê. Her wiha di nava bajêr de Derwazê Sengê ku wek Deriyê Xoy tê pênase kirin jî cihekî dîrokî ye û li kêleka bazara dîrokî ye.
DÎHA/XOY