Komek xwendekarên zanîngehê yên ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê, ji bo destekê bidin avabûna pirtûkxaneya pirzimanî ya "Akademiya Zanyariyên Civakî ya Mezopotamya" ya li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, dest bi kampanya pirtûkan kir.
Gelê Rojava, li gel mercên şer jî xebatên xwe yên zanistî, akademîk û çandî bênavber dimeşîne.
Akademiya Zanyariyên Civakî ya Mezopotamyayê ku di 2'ê Îlona 2014'an de li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ava bû, yek ji van xebatan e.
Ji bo pirtûkxaneya li akademiyê, komek xwendekarên zanîngehê yên ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê, ket nava tevgerê û dest bi kampanya pirtûkan kir.
Xwendekaran gotin, "Bi pirtûkên ji her zimanî û her beşê yên bên diyarîkirin re em dixwazin pirtûkxaneyeke mezin a pirzimanî ya Akademiya Mezopotamyayê ava bikin" û banga beşdariya li kampanyayê kirin.

Daxuyaniya ciwanan

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Bi têgihiştina ku di vê mijarê de berpirsyariya bingehîn destpêkê dikeve ser milê xwendekaran, em bang li her kesî dikin ku destekê bidin Akademiya Zanyariyên Civakî ya Mezopotamyayê, ku dixwaza sîstemeke perwerdeyê ya xwe dispêre wekhevî, azadî û demokrasiyê, ava bike. Roj bi roj em bêtir pê bawer in ku her alîkariya ji wir re bê şandin wê tevkariyê li yekîtiya hevpar û azad a gelan bike. Ji roja hatiye avakirin û vir ve Kantonên Xweseriya Demokratîk ên Rojava, her tim di vî warî de ketine nav hewldanan û bi pêkanînên xwe yên mînakdar ên li gelek qadan re, hêvî daye gelan.
Em gelekî kêfxweş in ji bo xurtkirina vê hêviyê, dest bi kampanya avakirina pirtûkxaneyeke berfireh a ji bo akademiyê dikin. Em bang li we dikin ku bibin beşek ji vê heyecanê û piştevaniyê xurtir bikin."
Yên bixwazin tevlî kampanyayê bibin, dikarin bi du awayî beşdar bibin.
Pirtûkên berhev dikin dikarin ji welatên lê ne bi rêya kargo bişînin navnîşana saziyên hatine diyarkirin, yan jî pirtûkên bi rêya înternetê werin kirîn, dîsa bi rêya kargo ji heman navnîşanan re bên şandin.

NAVNÎŞAN

Navnîşanên pirtûkên diyariyê
jê re bên şandin ev e :
İstanbul Kürt Enstitüsü
Cibali Mahallesi,
Atatürk Bulvarı,
 Ünlü İş Merkezi, A Blok, Kat: 3,

Unkapanı, Fatih, İstanbul.


 STENBOL




TZP'ê 4 hezar pirtûk dan xwendekarên Tirbespiyê

Tevgera Ziman û Perwerde (TZP) li bajarê Tirbespiyê 4 hezar pirtûkên zimanêKurdî li xwendekarên dibistanên seretayî yên bajêr û herêmên Sinciq û Alya, belav kirin. Rêveberên TZP ‘ê li bajarê Tirbe Spiyê diyar kirin ku ta niha wan pirtûk li 4 hezar xwendekarên refa yekê heta ya çaran, belav kirine. Rêveberan bal kişandin ku di rojên pêşî de dê pirtûk li xwendekarên refên pênc û şeşan bêtine belav kirin.

TIRBESPIYÊ