Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li Barzan û Mêrdînê eşkere kir.
HPG’ê li ser operasyon û şerê rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 19’ê Tebaxê saet 06:20’an li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, li dora Girê Bayrakê bi çalakiyekê bi derbên giran herî kêm 2 eskerên Tirk kuştine û 2´yên din jî birîndar kirine.
HPG´ê wekî din got, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de gerîlayan 18’ê Tebaxê saet 7’ê sibehê ji xwe re midûriyeta polîsên dewleta Tirk a dagirker a navçeya Mehsertê ya ser bi Mêrdînê kiriye hedef. HPG´ê da zanîn ku di çalakiyê de derb li avahiya polîsan ketine, lê hejmara kuştî û birîndarên polîsên dagirker nehatiye tesbîtkirin.
ANF/BEHDÎNAN
5 gerîla şehîd bûn
HPG´ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a bi alîkariya balefirên bê mirov, 17’ê Tebaxê li derdora gundê Muşanê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê 2 gerîla şehîd bûne.
HPG´ê got, şeva 17’ê Tebaxê jî li herêma Herekolê ya Sêrtê, gerîla û eskerên dagirker rata hev hatine. Eskerên Tirk ji ber hêzên gerîla reviyan û bi helîkopter û topan dever hat bombekirin. HPG´ê da zanîn ku şer heta dotira rojê ango sibeha 18´ê Tebaxê dewam kiriye û gerîlayên bi navê Bawer û Hakî di şer de şehîd bûne û gerîla Aras ê bi giranî birîndar bûyî jî bombeya xwe bi xwe de teqandiye da ku nekeve destê dijmin. HPG´ê got, ew ê piştî zelalkirina agahiyên nasnameyê, nasnameya hemû şehîdan bi raya giştî re parve bike.