Li her derê dinyayê, bi mînakên vê yeke ve tijî ye. Wek mînakeke piçûk, em li ser mînakeke bisekinin ku li erdnîgariya me û Awropa jî tevda bala tu kesekî nakşîne mînakek bidin em… Wekî welatekî “dûr…” Welatê Ereb û Berberiyan bi hev re, bi zimanê Awropayiyan welatê Maroc, anko Fas… Li Fasê, Ereb û Berberiyan bi hev re dijîn. Lê gava tu li bajar û bajarokên Fasê bigerî tuyê bêjî qey ev der ne warê Ereban an jî Berberiyan e, ev der Fransa ye. Ji berk u tu cudatiyeke bajarekî Fransa û Fasê nîn e. Wek çêkirina xaniyan, ewlehî, kûçe û kolanan bigire, axaftin, xwendin, danûstandin, tevgerîn, perwerde, rabû û rûniştin, çand û hüner, di her qadê de şêwaza Fransiyan cilê xwe yê giran û şil li ser Fasê raxistiye.
Yên ku ji mêtingehparêziya Fransiyan nerazîbûna xwe bi tu awayî nişan nadin, barek giran in, him li ser gele Ereb, him jî li ser gele Berberiyan. Ji berk u mêtingerî û heman wate desthilatdarî, tarzeke jiyanê ye, her ku tu bindestî, nerazîbuna xwe li dijî vê yeke nişan nadî û ber xwe nadî, tu jî wek mêtingerek, kî bibînî ji te hêjar, tuyê jî bixwazî ew kes bixî bin tesîra xwe, anko heke ji deste te were tu jî li ser jiyana wan kedxwarî bikî.
Li Fasê çend bajarê Berberiyan heye ku, du car ser hev kolonî ne. Em bejin Nador û Tetuoan, wek bajarên Kurdistan, bajarên Berberiyan tên hesibandin. Di van bajaran de, heta 1970’an, Fransiyan zextên xwe li ser Ereban danî bûn, Ereb jî Berberiyan hildabûn bin zordestiya xwe. Berberiyan jî wek Kurdan, di salên 1960’an de dest bi meşandina berxwedaniyeke gelekî dijwar kirin. Lê desthilatdariya Fasê, di bin qontrola Fransiyan û bi piştgiriya wan de, bombe barand li ser wan bajaran. Taybet jî di sala 1968’ê de, Nador, ji nexşê dinyaye hate rakirin. Li gorî vegotina Berberên Nadorê, di sala 1968’ê de bombebaraneke wisa hate barandin ku, kevir li ser kevir nema, bajar tevda ji kokê re hate rakirin, hin kes mirin, hin kes dev jê warê xwe berdan û bi tirsa canê xwe ketin çolan, hin kes jî vekişyan li ser çiyayên Fasê. Yên ku li zindanên bûn jî, zindan têr nedihat û wek qampên Naziyan din ava qampên îşkenceyê de mabûn.
Heftê bihurî ez bi wesîleya mihrîcaneke sînemayê li Nadorê bûm. Wek zarokekî gelê bindest, xwîna min ji berberiyan dikeliya. Qasî hefteyek ez timî bi wan re rabûm, rûniştim û axivîm. Heta berî deh salan, zimanê wan jî wek zimanê Kurdî qedexe bûye. Va deh sale ku hêdî hêdî li hin ciyan bi zimanê xwe dikarin biaxivin û huneran çekin, pirtûkan binivîsin. Çend mamoste, hunermend û kesên ku em bejin bi karên xwendin û nivîsandinê ve mijûl in, bi min dipirsiyan, “gelo Kurd bi vê qedexebûnê re çawa têkoşiyan, ziman çawa zindî û rewa parastin, li ser hünere bi şêwazekî çawa rawestin û ewqasî pêşketin?”
Gotina min bi wan re jî ew bû: “Ne fermî… Tu bi çiqasî li himberî zordestiyê têbikoşî, li ber xwe bidî, bi mafê xwe tekiliya xwe nebirî, bi jiyandina çand û hünere xwe çiqasî bi biryar bî, ewqasî tu dikarî desthilatdarî sekinandin bidî. Xwedî maf bûn ne bi rêya fermîtiyê dibe. Berxwedan, di mile rastiyê de ye, ne li qada zagoniyê ye. Afirandin jî her wiha…
Berberî û Kurd
Li her derê dinyayê her pêşketina desthilatdarî, mirina mirov û mirovahiyê jî bi xwe re pêş ve dibe. Ev yek rastiya herî basît ya dîrokê ye. Dîrok heta vê rojê li ser vî formûlê meşiyaye. Her çavdêrî, her xwendin, her dîtin û her têgihîştina me, ev yek dipejirîne li ser hişmendiya me. Mêjiya me, her roj bi îspata vê yeke ve têr û tijî dibe. Berewajî, têkoşîna li himberê desthilatdarî jî, hebûna însan û însanetiyê pêş ve dibe, jiyan pêşdixe, hüner pêşdixe, hilberandina piştevanî, xweşikahî, jîrekî, afirandina bi her awayî mirovî dikşîne li ser asta herî jor.