Lêkolînvan Zeynep Yaş ku 14 sal e dengê hunermendên Kurd vedikole, diyar kir ku ji bo ku berhemên jinan bên naskirin, ji bo ku hêzê bide jinan û rola jinan baştir bê zanîn ew van berheman berhev dike.

Muzevan û lêkolîner Zeynep Yaş ku bi salan e mîrasa çandî ya stranên Kurdî vedikole û dike arşîv, xebata xwe ya bi navê “Şakarên Muzîka Kurdî” ku ji berhemên 110 hunermendan pêk tê ya 2’yemîn temam kir, niha jî ji bo ya 3’yemîn xebatên xwe didomîne. Ev xebat di navbera salên 2015-2016’an de ji aliyê Wezareta Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat weşandin. 

Yaşê diyar kir ku parastina berhem û xebatên hunermendan di mîrasa çandî û hişê civakê de gelekî girîng in û got: “Min 3 salan li ser berhem û jiyana Eyşe Şanê xebat meşand û bi koleksiyona 12 CD’yan re min kir pirtûk. Piştî vê min li ser hunermendên jin ên muzîka kurdî xebat da meşandin. Min agahî, qeyd û belgeyên der barê Gulbihar, Nesrîn Şêrwan, Meyrem Xan, Zadîna Şakir, Sûsika Simo, Fatma Îsa de kom kirin. Tişta ez bi kelecan dikirim ew bû ku ez di demeke kurt de hemû arşîvên der barê hunermendên jin de kom bikim û bi dîmen û nivîskî biweşînim.”

Ji gelek kesen sûd wergirtiye

Yaş berhevkirina berhemên ‘Şakarên Muzîka Kurdî 1’ û ‘Şakarên Muzîka 2’ wiha vedibêje: “Di pirtûkê de ji rûpela 1’ê heta rûpela 4’an jiyana kesên hunermend, berhem û agahiyên der barê wan de tê vegotin. Min 110 berhem kom kirine û niha ji bo cîlda 3’yemîn dixebitim. Dema min xebata xwe ya der barê van berheman de dida meşandin me xwe gihand qeydên sala 1928’an ên kesekî Kurd ê ji Cezayîrê. Min ne tenê bi kesên li Kurdistanê bi kesên li derveyî Kurdistanê ne re jî xebat meşandin. Ji bo ku ez van bixim ber xizmeta civakê, xebatên min berdewam dikin. Pirsgirêka herî mezin ew e ku pirtûkxane yan jî enstîtuyeke me tune ye ku van berheman kom bike.”

Divê zimanê Kurdî jê sûd werbigire

Yaşê da zanîn ku gelek Kurd ji van koleksiyonan sûdê wernagirin û got: “Divê hevgirtina di nava saziyan de zêdetir bibe. Divê kesên xebatên bi vî rengî dimeşînin, xebatên xwe derxin holê û xizmeta çanda Kurdî bikin. Bi taybet divê zimanê Kurdî ji van xebatan sûd wergire û bê zengînkirin.”


ŞEHRÎBAN ASLAN / ŞÛJIN / AMED