Endamên Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat, Zeynep Efrîn, endama Meclîsa PAJK’ê Rojîn Hêja, ji fermandarên YJA-Star Derya Amed, Leyla Amed û gelek gerîlayên YJA-Star tevlî civînê bûn.
Bîranînê bi merasîma leşkerî destpê kir, berdevka Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat, bal kişand ser girîngiya meha Cotmehê.
Serhat wiha axivî: “Di hundirê vê mehê de gelek hevrêyên me yên bi nirx jiyana xwe ji dest dan. Bêrîtan, Canda Turk, Gûrbetellî Ersoz, Rojbîn Arap, Helîn Çerkez û Hevala Meryem, hevalên me yên fermandarên pêşeng bûn û me di vê mehê de winda kirin Bêguman di pêşketina têkoşîna me û artêşbûyina jinê de rola hevala Bêrîtan pir girîng bû. Rêbertiya me diyariyek herî bi rûmet ji me re hişt, taca azadiyê ji bo me kir diyarî. Em jî bi rûmeteke mezin ve rakirina vê taca azadiyê didomînin.”
Piştî axaftinan, xwepêşendanek muzîkal hat pêşkêşkirin, Koma Awazê Çiya derket dikê û di serî de xebatên xwe yên ser Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Gûrbetellî Ersoz, Zeynep Kinaci (Zîlan) ên PKK’yî, ji bo tevahî gerîlayên jin ên jiyana xwe ji dest dane stranên amade kiribûn, pêşkêş kirin. Merasîm bi gerandina govendan ve bi dawî bû.
ANF/BEHDÎNAN