66. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlînale) di navbera 11 û 21’ê Sibatê de bi dirûşma “Mafê Bextewariyê” (Recht auf Gluck) wê pêk were. Hat ragihandin, ku bi vê yekê tê xwestin, bal bê kişandinî ser rewşa bi mîlyonan penaberên ji ber şer ji cih û warên xwe bûne.
Ji Qubadî fîlmê Şengal û Kobanê
Bernameya festîvalê li gorî par bêhtir dewlemend e. Ji hemû beşan wê 434 fîlm werin nîşandan û ji van 18 fîlm wê ji bo wergirtina xelatên ‘Hirça Zêrîn’ û ‘Hirça Zîvîn’ tevlî pêşbirkê bibin. Di nava 10 rojan de wê fîlm li Zoo Palast, Cinemaxx, Friedrichstadt-Palast, Cine Star bi giştî li 20 sînemayan bên nîşandan. Di beşa forûma festîvalê de wê fîlmê “Malên bê derî” yê derhênerê Ermenî Avo Kaprealîan li ser şerê li Sûriyeyê û mirovên zerar mexdûrê şer amade kiriye, bê nîşandan.
Berlînale ya îsal wê ji aliyê 4 hezar rojnamevan û rexnegirên fîlman, her wiha ji aliyê 40 hezar derhêner, aktor û çêkerên fîlman ve were şopandin. Li gorî daxuyaniya komîteya amadekar a festîvalê, tê payîn 250 hezar Berlînî li fîlman temaşe bikin.
Belgefîlmê “Jiyan li ser sînor” bi pêşengiya Bahman Qubadî ji aliyê 8 zarokên derhêner ve hatiye kişandin, li kampa mirovên ji Kobanê û Şengalê ji çeteyên DAIŞ‘ê reviyane hatiye amadekirin. Di vê dokûmanterê de bi çavê her zarokî çîrokeke cuda tê vegotin û mijarên dram, penabertî, birçîbûn û lêgerînê vedibêje. Ev fîlm wê di beşa cureyê belgefîlman a festîvalê de were nîşandan.
Zarok nikarin tevlî festîvalê bibin
Hat raginahdin ku heşt zarokên ku derhêneriya belgefîlma “Jiyan li ser sînor” ya ku bi pêşengtiya Bahman Qubadî hatî kişandin, kirine ji ber nebûna pasaportê nikarin tevlî festîvalê bibin.
Heşt derhênerên belgefîlma “Jiyan li ser sînor” nikarin beşdariyê di festîvala Berlînê bikin.
Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, belgefîlma ya “Jiyan li ser sînor” ji derhênertiya heşt zarokan li bajarên Şingal û Kobanê û ji berhemanîna Belgefîma Bahman Qubadî roja 18’ê Sibatê wî bê nîşandan û konferanseke rojnamevaniyê ya navdewletî derheqa vê fîlmê de tê organîzekirin.
Bi vê boneyê, ew zarok hatine vexwendin da ku amade bin di dema nîşandana fîlma wan de, lê bi sedema nebûna pasaportê, zarok nekarî tevlî festivalê bibin.
Ji ber ku ew film wêneyên jiyan û rewşa zarokan nîşan dide, lewra ji aliyê NY (Neteweyên Yekbûyî) ve di festîvalên navdewletî de û di nawendên hunerî û kom û kombûnên diplomatîk ên cîhanê de tê piştevanîkirin.
BERLÎN