
4. Kongreya Navendên Civakî yên Kurd ên Demokratîk ên Swîsreyê (DEM-KURD) vergeriya platforma bang û biryarên geşkirina têkoşîn û berxwedana li dij faşîzmê. Di kongreyê de biryara guherîna navê DEM-KURD mîna Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Swêdê (NCDK-S) hate dayin.
Navendên Civakî yên Kurd ên Demokratîk ên Swîsreyê (DEM-KURD) kongreya xwe ya 4’emîn pêk anî. Ligel sedan delegeyan Parlementerê Kantona Baselê yê Partiya Sosyalîst Mûstafa Atici, Edîbe Şahîn, Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç, Hevberdevkê HDK-A’yê Demîr Çelîk, akademîsyenê aştiyê Engîn Sûstam, çepgirên Tirkiyeyê û nûnerên partiyên Kurdistanê yên her 4 parçeyan beşdar bûn.
Kongreyê bi axaftina nûneran dest pê kir. Nûneran diyar kirin ku divê xebatên li Ewrûpa û Swîsreyê berfirehtir bibin û li hemberî faşîzma Erdogan berxwedan geştir bibe. Nûnerên saziyan bal birin ser vî tiştî ku divê gelên li Kurdistanê li ser armancekê bibin yek.
‘Divê em planên wan pûç bikin’
Di kongreyê de li ser navê Tevgera Jinan a Ewrûpayê Songul Nûrhak axivî û got, “Pêvajo her çiqas bi xeter be jî, wê ji me re destkeftiyên nû bîne”.
Nûrhak diyar kir ku, ligel hemû êrîş û polîtîkayan divê em dev ji diyarkirina statuya Kurdistanê bernedin û got, “Diyar e ku faşîzm dixwaze me têk bibe, divê em jî berxwedanên geştir bikin û planên wan pûç bikin.”
Nav guherî, rêveberî diyar bû DEM-KURD veguherî NCDK-S’ê
Piştî xwendina rapora çalakiyan a salekê delegeyan mafê axaftinê stendin û kar û xebat nirxandin. Navê Navendên Civakî yên Kurd ên Demokratîk ên Swîsreyê (DEM-KURD) ji ber zêdebûna dengan guherî û bû Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Swêdê (NCDK-S).
Piştî guherîna di rêziknameyê de Metîn Mîntaş û Hatîce Kendal bûn hevserokên Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Swêdê (NCDK-S).
ANF/ GRENCHEN