
Cesîm Şakî Kevêrî ku di sala 1975’an de li gundê Kevêrî ya navçeya Qereyazî ya Erziromê ji dayik bû û jidayikbûnê ve ye çavên wî nabîne, ji 15 saliya xwe ve ye dengbêjiyê dike. Dengbêj Kevêrî ku bi dengê xwe yê xweş dilê herkesî zîz dike dema dilê wî bi coş e an jî dema bi xem û kul e, dest bi gotina kilamekî dike an jî bilûra xwe digire destê xwe û bi nefesa xwe deng dide bilûrê. Dengbêjiya Kevêrî jî, wekî gelek dengbêjan di zarokatiya xwe de ketiye nav pêlên kilaman.
‘Dengbejî ne tenê mûzîk e’
Kevêrî got ku dema zarok bûye kasetên ku bi dehan caran guhdar kiriye û bi vî hawî kilam û destnan yeko yeko ji ber kiriye û xwe gihandiye. Kevêrî ji bo wate û girîgiya dengbêjiyê wiha dipeyive: “Dengbêjî tiştek bi nirx e. Ne wek zêr e ne jî wek zîv e. Lê ez îro dinêrim çanda me hêdî hêdî wenda dibe. Bila ev çand wenda nebe.”
Kêverî dibêje ku dengbêjî di nav çanda Kurdî de ne tenê mûzîk e û wiha pê de diçe: “Eger heya îro me çand û zimanê xwe ji bîr nekiribe bi xêra dengbêjiyê ye. Wê demê ne CD hebû ne jî kamera. Yên ku ev kilam û stranên xweş ji nifşan derbasî nifşan dike, emanetê wan dike dengbêjên me ne.”
‘Reng ne jî rûyê zarokê xwe nizanim’
Her wiha Kevêrî di heman demî bav e jî lewre jî derd û kesera wî ya mezintirîn jî ev e ku nikare zarokên xwe yî nûza bibîne. Kevêrî hesreta dîtîna zarokê xwe wiha tîne ser ziman: “Zarokê min di dilê min de ewqas xweşik û şêrîn e ku... Yanî çiya jî dikeve nav dilê însan lê nikare bibe qasî hezkirina zarokekî. Yên wekî min, ên ku rengê cîhanê nedîtine meraq dikin, gelo reng çawa ye.”
DÎHA/ERZIROM