Li Strasbourgê li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê 15 Kurdistaniyan bi daxwaza rakirina tecrîda li dijî Ocalan, dest bi greva biçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawîkirina êrişên li dijî Rojava, Şengal û Mexmûrê, 15 Kurdistaniyan li bajarê Fransayê Strasbourgê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir. Çalakger dibêjin, heta ku daxwazên wan bi cih bên, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.
Li Strasboûrgê 15 Kurdistaniyan bi daxuyaniyekê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir. Çalakî li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê tê lidarxistin. Siyasetvanê Kurd Mustafa Sarikaya, parlementera HDP’ê ya berê Dîlek Ocalan û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Gulîstan Çiya Îke, Deniz Yeşilyurt, Nurgul Basaran, Ramazan Imir, Mehmet Nimet Sevim, Mohamad Ghaderî, Deniz Surgut, Ayvaz Ece, Kardo Bokanî, Kerem Solhan, Agit Ural û Ekrem Yapici tevlî çalakiyê bûne.
Tecrîdeke mutleq li dijî Ocalan
Di daxuyaniya çalakiyê de hat gotin, “Em koma bi navê ‘Înîsayatîfa Azadî ji Ocalan re’ ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 17’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger dikin. Ev Nêzî 3 salan e ku em nikarin ji Rêber Abdullah Ocalan agahiyekê wergirin. Di serî de daxwazên hevdîtinê yên malbatê, xizm û parêzerên wî, kesayetên ji saziyên navneteweyî, ev sê sal in bi awayekî kêfî û bi biryarnameyên taybet ên awarte hatin astengkirin û pêk nehatin. Ji aliyê Erdogan û dewleta Tirk ve bi zanebûn hevdîtin tên qedexe kirin û bi pêkanînek taybet Rêber Abdullah Ocalan hatiye tecrîd kirin.
Tirkiye û dewletên cihanî
Em baş dizanin ku ev polîtîka ango pêkanîna tecrîd û îzolasyonê pêkanîneke ku bi tenê ji aliyê Erdogan û dewleta Tirk ve nayê birêvebirin. Ev pêkanînek e ku ji aliyê DYE, Ewrûpa, hin dewlet û hêzên herêmî ve jî hatiye pejirandin. Dewleta Tirk û Erdogan hemû biryarên derbarê pirsa Kurd û Rêber Abdullah Ocalan de bi pejirandina dewletên cihanê dixe pratîkê.
Divê CPT ji Erdogan re ne be pişt
Heger CPT’yê mil nedaba milê Erdogan, îro Rêber Abdullah Ocalan mehkûmê tecrîdeke evqas giran nedihat kirin. Di rastiyê de CPT ya ku di dereceya yekem de ji pêşîgirtina êşkenceyê berpirsiyar e, gelekî baş pê dizane ku li grava Îmraliyê êşkenceyeke gelekî giran heye.
Em jî weke koma bi navê Însiyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan, ji bo bidawîkirina polîtîkayên qirrkirinê yên li dijî gelê me yê Rojava, Şengal û Mexmûrê, bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger didin destpêkirin.
Gelê Kurd li ber xwe dide
Piştî daxuyaniyê li pêşiya Konseya Ewrûpayê mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven silav kir. Kartal got, gelê Kurd bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber xwe dide. Nûnerên sazî û rêxistinan jî di mîtîngê de peyamên xwe pêşkêş kirin û piştgirî da çalakgeran.