Şanoya Mem û Zûn li Şanoya Dewletê ya Wanê jî hate pêşandan. Piştî lîstika Mem û Zîn di Şanoya Dewletê ya Wanê de hate pêşandan, Cuma Boynukara, diyar kir ku naveroka lîstikê ya rezen hatiye guhertin û li gorî xwe teşe dane lîstikê. Cuma Boynukara, diyar kir ku bi berhemê wî lîstine û naverok guhertine û der barê Midûrê Giştî yê Şanoya Dewletê de doz vekir. Boynukara anî ziman ku yekem car lîstika Mem û Zîn di sala 1994'an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lîstin û di sala 1995'an de di serdema OHAL'ê de lîstika Mem û Zîn ji aliyê Waliyê Amedê yê wê demê ve hate qedexekirin. Lîstik herî dawî ji aliyê koma Semaver Kumpanya ve di sala 2004'an de derket pêşberî temaşevanan. Herî dawî di 2'ê Cotmeha 2012'an de li salona Şanoya Dewletê Wanê ve derket ser dikê.
Şaşî nehat rastkirin
Boynukara, da zanîn ku piştî lîstikê bi Midûrê Şanoya Dewletê ya Wanê re hevdîtin çêkir û der barê şaşiyê de ew agahdar kirin, lê piştî hişyariyê di lîstikê de guhertin çênekirin û dîsa ew şaşî berdewam kirin. Boynukara da zanin ku 11'ê Cotmehê de ji bo lîstik bê rastkirin serî li Midûrê Giştî yê Şanoya Dewletê da û wiha got: "Ji bo lîstik bê rastkirin min seri li hemû rayedaran da. Lê ji ber ku serlêdana min li ber çavan nehat girtin û şaşiya ku hatiye kirin nehat rastkirin. Min der barê Midûriyeta Giştî ya Şanoya Dewletê de serlêdana sûc kir.
Boynukara, da zanîn ku guhertina hatiye kirin ne li gorî sinc, wêje û çandê ye û li gorî xwe guherti kirine.
Boynukara, da zanîn ku ew destûr nade ku di berhemê wî de guhertin bê kirin.
DÎHA/STENBOL