Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Cîgirê Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Selahattîn Çoban, Berdevka Platforma ji Roboskî re Edalet Nurcan Aktay, Ferhat Encu, Velî Encu û gelek nûner, endam û rêveberên sazî û rêxistinên civakê yên sivîl jî di nav de gelek kes tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta 'Ji înada sînoran re ji Roboskî re edalet" û dowîzên "Heke em ji bîr bikim bila dilê me zuha bibe", "Fermana lê de kî da" hatin hilgirtin. Di meşê de bê navber dirûşmên wekî 'Dê dewleta kujer hesab bide', Roboskî ji bîr neke, nede jibîrkirin' hatin berzkirin. Piştî ku endamên platformê li hev civiyan û dest bi meşê kirin polîsên hêza çewik dor li wan girt û gotin dê nehêlin meşvan bimeşin. Hinceta polîsan a "Ev 34 darbestên li kêleka hev dê moralê gel xirab bike" balê kişand. Piştî ku polîsan barîkat ranekirin daxuyanî jî li ber barîkatan hattin kirin.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, li ser pêvajoya 30 salan rawestiya û wiha axivî: "Kesên ku komkujiya Roboskî pêk anîn dê teqez rojekê werin darizandin. Hûn ji van darbestan tirsiyan lê em parêzvanên mafên mirovan ji ber ku wijdana me rehet e em natirsin." Berdevka Platforma ji Roboskî re Edalet Nurcan Aktay jî yek bi yek navê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane xwend. Kesên ku hev li çalakiyê bûn jî piştî her navê hat xwendin got ez li vir im. Ferhat Encu jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji ber ku 34 kes li Roboskî hatin qetilkirin li hev civiyane û wiha axivî: " Ev mirov ji bo rojane 50 tl qezenc dikirin hatin qetilkirin. Serokwezîr Serfermandariyê pîroz dike ku ev dê bixwe re komkujiyên nû bînin."
Cîgirê Serokê Giştî yê MAZLUM-DER'ê Selahattîn Çoban jî li ser navê girseyê daxuyaniyê xwend jî balkişand ser herêma komûjê û wiha got: "Bi salan bazirganiya sînor lê tê kirin. Piştî komkujiyê heta niha hem kesên ku xizmên xwe winda kirin hem jî raya giştî her ku li edaletê digerin li Roboskî binçavkirin û girtin zêde dibe. Êdî gundê Roboskiyê dikin girtîgeh."

ENQERE 




Find hatin hilkirin

Li Stenbolê ji bo 34 kesên di komkujiya li Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku 120 roj derbas bûn, lê hêj hesap nehatiye pirsîn û berpirsiyar nehatine darizandin li Qada Galatasarayê 34 find hatin pêxistin.
Înîsiyatifa Aştiyê, ji bo hesap ji kujerên 34 kesên li Roboskiyê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin bipirse û komkujiya li Roboskiyê ronî bibe, li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya findan pêk anî. Endamên Înîsiyatifa Aştiyê, li Qada Galatasarayê kom bûn û ji bo 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane 34 find pêxistin. Endamên komê find li qadê hiştin û heta kolana Misê meşiyan. Komê di meşê de pankarta "Di ser komkujiya li Roboskiyê re 120 roj derbas bûn, bila hesap bê pirsîn û lêbarîn bê xwestin" vekirin û dowîzên "Ji gelê kurd re azadî" û "Ne Qeza komkujiye" berz kirin. Komê piştî meşê bi kurdî û Tirkî daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê komkujî hate şermezarkirin û hate xwestin ku hesap bê pirsîn.

STENBOL