Li gorî Mesût Alp, hesin û hesinkar jî tesaduf nînin, bi ya wî, “Hatina hêsin di heman demê de şoreşa wê heyamê ye. Ji ber wê jî lazim e qehremanê me hostekarekî hesinkar be, divê ew xwedî argumanekê be ku karibe dîrokê biguhere.”
BARIŞ BALSEÇER
Newroz ji bo mirovan, xasma ji bo Kurdan nîşana girîngiya dewra salê ye. Dawîhatina li zivistanê ku bi rengekî temsîla mirinê ye û destpêka biharê ku bi rengekî destpêka jiyanê ye bûye sedema gelek rîtuel, ayîn, efsane û rêûresmên cihê. Bi arkeolog Mesût Alp re em li ser nîşanên Newrozê, dîroka wê û veguheztina wê peyivîn. Ew dibêje, belgeyên pêşî ên elaqedarî Newrozê yan jî dawiya zivistanê û destpêka biharê weke cejn ji Sumeran mane. Ev jî cejna Akîtu ye ku li ser konseptên mîtolojîk ava bûye. Di mîtolojiyê de xwedawend Dimuzî çûye binê erdê û xwedawend Înanna ya ku paşê wê di mîtolojiyê de nav û dirûvên Îstar, Afrodît û Artemîs jî bigire, diçe wî rizgar dike.
Helbet ew li vir behsa qeydên nivîskî dike. Lê ew cejnê serê Nîsanê pîroz dikin çawa ku îro li nav Êzîdiyan jî sersal 14´ê Nîsanê ye. Axir Mesût Alp dibêje, gava mirov teqwîma Sumeran biqulibîne teqwîma mîladî ya îro, hingê ew rastî 21´ê Adarê tê. Suryanî û Asûriyên li Kurdistanê vê cejna ji Sumeran mayî îro jî bi heman navî pîroz dikin.
Li seranserê Mezopotanya û Anatolyayê
Li ser gelek cejnên weke Newrozê Mesût Alp dibêje, “Di warê arkeolojîk de gava mirov li Mezopotamya û Anadoluyê binihêre, bi navên An.Tah.Sum, Pesah, Paskalya, Akîtû em dibînin ku Newroz xwe bi dînamîkên xwe li meydanê nîşan dide. Lê belê, Newroz efsaneyeke wisa ye ku ji bo gelek civakên li Rojavayê Asyayê weke cejneke pîroz derdikeve pêşberî me.
Herçî agirê Newrozê ye, Mesût Alp dibêje, pratîka xwe di ser êgir de qevaztinê, pêvajoya “pakkirinê ya agir” e. Jixwe li cem Zerdeştiya qirêjkirina êgir jî guneh tê hesibandin. Û ew dibêje tesîra vê pratîkê xwe di dînên yekxwedayî de jî dide der bi rengê ku agir ji bo cezakirinê wê bê bikaranîn. Mesût Alp behsa “Sersala Kurmancî” ku 13´ê Çile jî tê pîrozkirin, dike û dibêje, ew jî sersaleke salnameya rojê ye, lê ji ber ku neketiye ber reforma paşê ya teqwîmê, ev 13 roj navber heye. Û wiha dîsa vedigere ser Newrozê: “Lê sersala esas a Kurdan 21´ê Adarê ye. Lewma Kurd arî ne û yek ji muhimtirîn taybetmendiya wan e ku destpêka biharê pîroz bikin. Ji ber ku ev roj destpêka saleke nû ye. Hem di Kurdî de hem jî di Farisî de maneya Newrozê ´NûRoj´ e.”
Bi Îslamê re Farsan Dehaq kir Ereb
Li ser guhertina efsaneya Newrozê li cem Farsan û Kurdan arkeolog Mesût Alp îşaret bi fîgurê Dehaq dike ku di Zend-Avesta de navê wî weke “Azhi Dahāka” tê hildan û mîrekî ji xanedana melikan e. Bi ya Alp, bi hatina Îslamê re ev fîgur êdî dibe melikekî Ereb, lewma Fars êdî li dijî Ereban “têkoşîneke rizgariya neteweyî” dikin. Li gorî wî efsane dikarin çend sedsalan dewam bikin, lê kêm in ên ku weke efsaneya Newrozê bi hezar salan dewam dikin.
Kawa lazim bû hesinkar be
Di mîtolojiya Kurdan de jî bi ya wî bi heman rengî ye û dibêje, mîtolojî valahiyan dihêle û dem û aktor wan valahiyan li gorî funksiyonên hêviyê ji wan dikin, dadigrin. Ew wisa li ser meseleyê dewam dike: “(Li cem Kurdan) du karakter hene, Dehaq û Kawayê Hesinkar in. Kawa li dijî Dehaq serî hildide. Li vir daneyên pirr balkêş ên civakî hene. Mesela, hûn kîjan çîroka Newrozê bixwînin jî, ji bo Dehaq nabêjin ka ew melikekî ji wir e, yan ka ji derve hatiye û mêhtinger e. Ev valahiyeke ku mîtolojî dide mirovan. Vê valahiyê mirov dadigrin. Mesela, Kawayê Hesinkar piştî ku 6 kurên xwe ji dest dide (Mesût Alp li vir behsa varyantekê dike, hejmara kurên Kawa li gorî varyantan diguhere) li ber jidestwîgirtina kurê heftan serî radike. Bi awayekî balkêş kesê li dijî Dehaq serî radike ne axa, beg, şêx yan jî mîr e. Ev jî îşaret bi rastiyeke xweşik a erda Kurdistanê dike. Ew çi ye; mîr, şêx, beg, axa… vanên hanê bi awayekî ji awayan bi melikan re li hev kiriye û desthilatê bi hev re zexm kirine. Heta êdî bûne hêza eskerî ya berdest a desthilatê. Wan li ser milet ´hêza zextê´ ava kiriye.”
Li gorî Mesût Alp, hesin û hesinkar jî tesaduf nînin, hesin di jiyana me de gelekî girîng e. Wekî din jî bi ya wî, “Hatina hêsin di heman demê de şoreşa wê heyamê ye. Ji ber wê jî lazim e qehremanê me hostekarekî hesinkar be, divê ew xwedî argumanekê be ku karibe dîrokê biguhere. Ji ber wê jî ne tesaduf e ku di mîtolojiya me de Kawayê Hesinkar hebe.”