Doh danê sibê, navendên Tevgera Azadî û RJAK’ê yên li bajarê Silêmaniyê hatin girtin û deriyên wan hatin mohrkirin. Di encama hevdîtinan de, careke din navend hatin vekirin.
Hêzên Asayîşa Silêmaniyê doh bi ser navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û navenda RJAK’ê de girtibû. Hêzên Asayîşê bi hinceta ku ji wan re ferman hatiye, hemû kesên li herdu navendan derxistibûn û deriyên wan qifle kiribûn. Piştî girtina navendan, rêveberên Tevgera Azadî û RJAK´ê bi rayedarên asayîş û Parêzgeha Silêmaniyê hevdîtin kirin. Di encama hevdîtinan de, qifleyên li ser deriyên herdu navendan hatin rakirin û navend ji nû ve hatin vekirin.
Li hemberî êrişan bê deng neman
Endamên Tevgera Azadî û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li dijî giritina navendên xwe li ber deriyê nevendan kom bûn û wan nerazîbûna xwe nîşan da.
Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê di Mijdara 2018’an de jî, navendên Tevgera Azadî yên Kelar, Kifrî, Koyê û Ranya girtibûn. Asayîşê her wiha tabelaya navenda Tevgera Azadî ya Silêmaniyê jî daxistibû.
ROJNEWS / SILÊMANÎ