Filmê bi navê ‘Asura’ derhênerekî çînî ji ver kêm elaqebûnê ji vîzyonê hate derxistin. Hate eşkerekirin ku 112 milyon dolar li film çûne lê film di hefteya pêşîn a di vîzyonê de kariye tenê 7 milyon dolarî bi dest bixe. Lewma fîlm ji vîzyonê hatiye derxistin.

Ev film yekem filma lîstikvan û dublorê çînî Peng Zhang e. Ewî bi piştgiriya dewletê filma xwe kişandiye. Beriya ku film bikeve vîzyonê di nav çapemeniya dewletê de cihekî fireh girt. Lê dîsa jî elaqeya xelkê ne biqasî hêviya wan bû.

Di nav filmên li Çînê hati kişandin de ev film yê herî bi mesref e.

Li gor ku BBC’yê ragihandiye ji ber di vîzyonê de elaqe nedîtiye, sazkarên film ji vîzyonê derxistine.

Sazkar dibêjin ku dê carek din li ser bixebitin û ji nû ve derxin vîzyonê. Koka çîroka film digihe mîtolojiya Çînê û li ser baweriya Budîstiyê dihewîne. Film bi piştgiriya dezgekên mezin ên mîna Alîbaba Pictures, Studyoya Fîlman a Zenjian û Koma Nîngksia Film hatibû kişandin.