Ev helwêsta hanê belgeyeke bêkêriyê ji bo Elmanyayê ye! Dewlet hewl dide dayikên/jinên siyasî çalak çavtirsandî bike.
Di dawiya meselê de ev ê tesîrê li hemû jinên demokrat bike. Li dijî vê divê em bi awayekî kolektîf li ber xwe bidin!
Beriya her tiştî, divê ev helwêst û rêbaz bigihîje raya giştî. Bi hev re em xurt in û em ew kes in ku dikarin vê dinyayê biguherin!
Zozan G. ji ber ku siyasî çalak e, dewleta Elman dixwaze zarokên wê jê bistîne, ew bi nameyeke ji raya giştî re hewl dide merama xwe bigihîne xelkê. Meqamên parastina dewletê yên Elman bi dozeke li dadggeha malbatê, hewl didin Zozanê çavtirsandî bikin. Ew jî dibêje, ew dev ji mafên xwe yên destûrî bernade û bang li her kesî û nexasim jinên demokrat dike, da ku piştgiriya wê bikin, ji ber ku li gorî wê ev êrişeke li dijî hemûyan e. Nameya Zozanê wiha ye:
“Ez Zozan im û hez dikim ji we re behsa serpêhatiya xwe bikim: Ez jineke Kurd im û dayika 5 zarokan im. Ez jineke bi tecrûbe ya xwedî fikreke siyasî me. Ez xwe weke parazvana demokrasî, mafê mirovan û nexasim jî mafê jinan dibînim. Ez têdikoşim ji bo civakeke demokratîk û azadiya jinan.
Gunehê min çi ye? Ez dixwazim keçên xwe weke jinên bixwebawer, xwedî îradeya xwe, gihayî mezin bikim. Jinên ku fikra wan bi xwe hebe û karibin wan fikrên xwe biparêzin. Ez hez dikim ku ew çanda xwe ya Kurdî, zimanê xwe û dîroka berxwedanê ya li dijî dagirkeriyê û mêhtingeriyê nas bikin. Dixwazin 5 zarokên min ji min bistînin ji ber ku ez alîgirê azadî û aştiyê li dijî şer û dagirkeriyê me.
Li Oberhausenê, li Elmanyayê, hewl didin bi min mînakekê ji bo çavtirsandina xelkê çêkin. Diyar e ku polîsê parastina dewletê bi salan ez şopandime. Ji bo ku min bitirsînin, min bêdeng bikin, peyamek ji Meqamê Ciwanan ê Oberhausenê re şandine. Ew hatin mala min. Piştî gelek axaftinan, lêkolînên li cem mamoste û doktoran, karmenda Meqamê Ciwanan Merkel Xanim biryar da ku ti tehlûkeya li dijî refaha zarokên min nîne. Heta berevajî wê, ew baş hatine mezinkirin û întegrebûyî ne. Lê beriya her tiştî fikreke wan a bi xwe heye.
Em dikarin dinyayê biguherin
Tevî nihêrîna erênî ya Meqamê Ciwanan jî Parastina Dewletê li dijî min doz bire dadgeha malbatê. Rûniştinên pêşî bihurîn jî. Piştî civana yekê, dadgehê parêzerek ji bo zarokên min diyar kir. Ew bi erka desteka dozê ji bo zarokan radibe. Diviyabû îfadeya tevahiya zarokên min bigirin. Zaroka min a herî mezin 15 salî ye û ya herî piçûk jî 3 salî ye. Tevî ku parêzera desteka dozê ji bo zarokan li dijî îfadegirtina zarokan jî bû, îfadeya wan hat girtin. Ji hingê ve zarokên min hîna ji ber tesîra wê ya xirab diêşin, şopên wê îfadegirtinê li ser zarokên min ma.
Bi ya min ev helwêst û rêbaza hanê belgeyeke bêkêriyê ji bo Elmanyayê ye! Parastina Dewletê hewl dide dayikên/jinên siyasî çalak çavtirsandî bike û ji bo vê jî zarokan weke sîlehê bi kar tîne.
Meqamên tepisandinê, nabe ku vî karî bibin serî. Di dawiya meselê de ev ê tesîrê li hemû jinên demokrat bike. Li dijî vê divê em bi awayekî kolektîf li ber xwe bidin!
Beriya her tiştî, divê ev helwêst û rêbaz bigihîje raya giştî.
Ji ber vê ez bang li tevahiya mirovên xwedî wicdan dikim 22´yê Çileyê 2020´an saet 08:30´î beşdarî mîtînga li Meydana Friedensplatz a li Oberhausenê bibin!
Bi hev re em xurt in û em ew kes in ku dikarin vê dinyayê biguherin!”
NAVENDA NÛÇEYAN