Şerên qirêj, hin caran bûyerên sosret ên wisa derdixîne holê ku, mirov nikare tiliyên xwe li ser van mijaran ve bilivîne û rexneyên cidî binivîsîne. Birastî jî nabe... Ji ber ku, heke sîstemek, rêveberîyek, dagersazîyek xwedî nirxekî, xwedî rumetgiraniyekî nebe, hêza wê çiqas xurt dibe bila bibe, bi her awayî li ber çavên dîrokê wê nikaribe li ser piyan bimîne û bimeşe. Xuya ye ku rewşa Tirkiyeyê jî ber bi vê talukeyê ve diçe. Şerê qirêj, weke cinawirekî birçî, hemû hêjatî û nirxdariya civaka tirk daqurtandiye, têra xwe xwariye û ti nirxek nehîştiye.
Ji bo civakekê zilmê herî mezin, li ser nirx û rûmetên wê civakê lîstin û herifandina rumetên wê ye. Xirakirinên ku heya niha li ser miletê tirk hatiye kirin jî ew e. Rayedarên tirk, ji bo ku ev şerê qirêj bidome, her tişt ji dest civatê girtin û pê lîstin. Di encamê de jî tenê nirxek, nirxên şehadetiyê mabû. Civata tirk heya niha (razî an jî nerazî) kurên xwe ji bo şerê birê xwe bikin rêkiribûn. Lê herî dawî li Tirkiyeyê, li ser cîgehê şêhîdbûnê jî niqaşekî nexweş vebû û miletê tirk, ji ber axaftina siyasetmedarên durû, wisa bêtaqet û bêhêz cemidî maye.
Ji bo îlankirina şehîdbûnê pîvanên wisa tên gotin ku, her tişt tev li hev dibin û kes jî nikare fêm bike ku ka kê şêhid were îlankirin û şêhîdbûna kî nayê qebûlkirin. Du aliyê vê mijarê heye... Pîvanên ji aliyê sivîl an jî leşkeriyê tên nîqaşkirin; ev aliyek... Pîvanek jî ji aliyê misilman an jî ne misilmanan ve tê nîqaşkirin, ev jî beşeke din e... Ji ber van niqaşan jî her tişt wisa tev li hev bûye ku, heya niha kî weke şêhîd were bi nav kirin, pênasa kê ji dest were girtin kesek nikare bizanibe. Lewma kesên ku zarokên xwe bişînin leşkeriyê, bê agahî ne, hiş û mêjiyên wan tevlihev e, wê çi bifikirin nizanin.
Lê niqaşên ku neta niha hatine kirin û niha tên kirin jî ne tiştek e... Xirabiya herî mezin li boçikê ye... Ji berk û her çiqas em bêjin nîqaş li ser nirx û rûmetan didome jî, dawî ya dawî eleqa wî bi aborî ve tê girêdan. Ji xwe kêngî ku nirxên civakekê ket bazarên bazirganiyê û bi pere ve hate hesab kirin, êdî em dikarin bêjin ew milet ji dîrokê têk çûye lê haya wî jê tune ye. Alameta nîqaşên li ser şehadetê jî, bi pere ve hatiye durutin û kesên ku şehîd neyên îlan kirin, nikarin pereyên ji bo şehîdan tên dayîn bistînin. Niqaşên dizî û veşartî jî ew e...
Hey xwişkno, hey birano, miletê tirk, feqîr û zelûlên tirk, dayik û bavên leşker û malbatên wan, bibîhîzin, çavên xwe vekin û binêrin, miletek li ber çavên mirovahiyê tê rezîlkirin. Nirx û hêza miletekî didizin û miletek ji her tiştên xwe ve tê tazî kirin, ji destên wî miletî her tişt tê girtin û ew milet li ber çavê cihanê hêjar û feqîr tê hîştin. Ev dagirkerî, dagirkeriya herî giran e. Rayedarên tirk, wisa difikirin kû emê her çiqas şer bidomînin, ewqas gelê Kurd di bindestiya xwe de bigirin. Lê nabîne ku yên mîna kurdan, ên ku li Tirkiyeyê dijîn ji her miletî tê sar kirin, tê mijandin.
Bihevketineke sosret