
Hevalên Elîfê ku ji ber êrîşê xemgîn bûne diyar kirin ku êdî ew naxwazin kincên dibistanê li xwe bikin û xwestin kûjer werin dîtin.
Li gundê Hebisê ya bajaroka Sitîlîlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Îsmaîl Akin yê 62 salî û keça wî Elîf Akin a 10 salî dema ku şivantî dikirin ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin qetilkirin. Kuştina Elif û bavê wê bandorek mezin li ser her kesî hişt. Bav û keç bi guleyên ji nêzîk ve hatin qetilkirin.
Hevalên wê xemgîn in
Elîf li gel temenê xwe yê biçûk bi bavê xwe re li çiyayan şivantî dikir û pez diçêrand. Destpêkê gule li bavê wê xistin û pişt re jî gula li serê Elîfa biçûk teqadin. Ji vê kuştina bi hovane herî zêde jî hevalên Elîfê bi bandor bûn. Li dibistanê masa Elîfê êdî vala ye. Hevalên Elîfê yên dibistanê ku di navbera xwe de bi navê Berfîn bang li wê dikirin, niha xemgîn in.
Dixwest bibe mamoste
Hevala Elîfê ya herî nêzîk ku li dibistanê li cem wê rudinişt Canan Taşkin, dema ku qala Elîfê dike, hestiran dibarîne. Canan Taşkin diyar kir ku 5 salan bi hev re li heman dibistinê xwendine û her tim bi hev re bûn. Canan Taşkin anî ziman ku par Elîf belgeya serketinê girtibû û xwendekareke gelekî hêja bû. Taşkin, anî ziman ku wê û Elîfê gelek ji hevdu hesdikirin û wiha got: "Dema ku yek ji me tiştek anîba me her duyan bi hev re dixwar. An jî me hemû tiştê xwe bi hev re parve dikir. Bêyî Elîfê 3 roj derbas bûn. Lê gelek nexweş derbasbûn ez gelek bêriya wê dikim. Ji ber vê yekê êdî ti tişt baş naçe. Ez tinetiya wê gelek hîs dikim." Taşkin, da zanîn ku Elîfê gelekî ji zarokan û memostetiyê hez dikir û dixwast bibe mamoste.
Divê qatil werin dîtin
Ji hevalên Elîfê Songul El jî diyar kir ku piştî Elîfê jiyana xwe ji dest da her tim digirî û êdî naxwaza kincên dibistanê li xwe bike û xwest kûjer werin dîtin. Songul El wiha got: "Navbera me gelek baş bû. Her tim dersên wê gelek baş bûn û belgeyên serkeftinê digirtin. Bi tiştên vala re eleqeder nedibû û li ser dersên xwe disekinî. Ez tu caran wê jibîrnakim. Hevalekî min a gelek baş bû. Hemû heval dikenandin. Ez dixwazim qatil bên dîtin.
SERKAN KURT - DÎHA/MÊRDÎN
Li nêzî qereqolê hatin kuştin
Heyeta ÎHD'ê û Baroya Mêrdînê, piştî têkildarî kuştina şivan Îsmaîl Akin ê 62 salî û keça wî Elîf Akin a 10 salî lêkolîn kir rapor amade kir û anî ziman ku Îsmail Akin û keça wî Elif Akin li herêma Qereqolê, di sînorê ewlehiyê de hatine kuştin.
Baroya Mêrdînê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê pêr ji bo der barê kuştina şivanê 62 salî Îsmaîl Akin û keça wî Elîf Akin a 10 salî ku li gundê Hebîsa Bajaroka Stilîlê hatin kuştin, li cihê êrîş pêk hat lêkolîn kir.
2 km dûrî qereqolê hatin kuştin
Heyeta ÎHD'ê û Baroya Mêrdînê li gundê Hebîsê, cihê bûyerê ku 2 kilometre dûrî qereqola cendirmeyan pêk hat lêkolîn kir û paşê rapor amade kir. Heyetê, anî ziman ku piştî qetilkirinê malbatê serî li komeleyê da û li ser serlêdana malbatê çûn li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîn. Heyetê da zanîn ku cihê bûyerê bi meş 45 deqîqeyan dûrî gund e û 2 kîlometre dûrî qereqola cendirmeyan e.
Di bin kontrola eskeran de êrîş
Heyetê da zanîn ku cenazeyê bav û Elîfê 15 metroyan dûrî hev e û di raporê de li ser bûyerê ev hatin gotin: "Li cihê ku Îsmaîl û keça wî lê hatiye kuştin gule û saçmayên tifinka bi pombe lê hatin dîtin. Li gel ku 2 roj di ser bûyerê re derbas bûn rayedarên dewletê li gel daxuyaniya walî ya bi nivîskî tu lêkolîn û daxuyaniyên din nehatin kirin. Cendirmeyên Fermandariya Cendirmeyan a Herbê piştî 2 rojan li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Hate tespîtkirin ku Qereqola Cendirmeyan a Herbê li nêzî cihê buyerê ye û cihê bûyerê di bin kontrola leşkeran de ye. Qada bûyerê wekî herêma ewlehiyê hatiye îlankirin û li gel di sînorê qada leşkeriyê de ye jî dîsa bûyerek bi vî rengî tarî pêk hatiye."
Dozgeriyê lêkolîn nekir
Heyetê, da zanin ku dozgeriyê têkildarî bûyerê de lêkolîn nekiriye û delîl kom nekirine. Heyetê di berdewama raporê de anî ziman ku mafê jiyanê yên sivîlan hatiye bin pê kirin û der barê vê yekê de lêkolînek berfireh ji aliyê dewletê ve nehatiye kirin. Heyetê, destnîşan kir ku li hemberî welatiyên sivîl sersariyek heye.
Heyetê xwest dozger der barê mijarê de lêkolîneke fireh ya bi lezgîn pêk bîne û bûyerê ronî bike.
DÎHA/MÊRDÎN