Kêm mirov hene ku qedrê jiyanê dizanin, mirovên ku jiyana wan tijî ye ji afirandinê, mirovên ku demjimêrên jiyana wan ji hev cuda ne û ji bo bextewariyê di şer de ne.

Diyar e mirovên wiha ava jiyanê ne, mirovên ku ji buhayên jiyanê fêm dikin û li gorî gotina hemû mamosteyan ‘ji bo civaka xwe, kesên bi kêr in.’
Dema ez demek pir kurt di girtîgeha Evînê de mam, bi yek ji wan mirovan re ku bi rêkewt ew jî mamoste ye, nasyariya min çêbû.
Ferzad Kemanger, ji wan mirovan e ku dema li çavên wî dinêrî, bi hemû wateya xwe jiyanê hîs dikî. Tu dibêjî qet ji bo wî girîng nîn e ku bi salan e di girtîgehê de ye û di bin sêdara îdamê de dijî. Ferzad, wekî çiyayên Kurdistanê azad e. Wekî zarokên ku di hewşa dibistana wî de dilîzin, dilxweş e.
Derfetek kêm lê tecrubeyek pir giranbuha bû, demek kurt ku ez bi Ferzad re hevbend bûm. Li cihekê ku mirovan ji bo biçûktirîn pêwîstiyên wan, kêm û pûç dike, hatiye çêkirin. Ferzad ji bo jiyanê şer dike.
Wekî ku ew çêbûye da jiyanê watedar bike, wekî ku ew çêbûye da kesên din hînî azadiyê bike, çêbûye ku girtîgehê bêwate bike. Hêviyên wî ji bo mirov û azadiyê ewqas mezin bûn ku bilindahiya dîwarê girtîgehê nedigihîşt bejna wî. Belkî her ew ruhiyeta azad e ku desthilatxwaz şêwandine!
Dema nikarin îmana Ferzad ji bo jiyanê dagir bikin, difikirin ku laşê wî bêruh bikin, berjewendiya parastina newekheviyên heyî wisa îqtîdarê ji sirûşta insanî dûr xistiye ku fedakirina canê mirovan bûye beşek ji rewşên wan. Ewqas ku mirinê li cihê jiyanê tercîh dikin, ewqas ku êdî îşkenceya mirovan ji bo wan bûye îbadet.
Bi wan hemû tiştan re jî, jiyana ku berdewam e û mirovên wekî Ferzad in ku dibin mamosteyên wê. Mirovên ku kesên din hînî berxwedan û şoreşgeriyê dikin. Mirovên ku ji bo afirandina cîhaneke bê zordestî û hovîtiyê têdikoşin. Mirovên ku çiraya hêviyê pêkirî dihêlin.
Di van rojan de, desthilatxwaz hovîtiyê pêş dixin û tovê bêhêvîtiyê direşînin. Bîranîna mirovên wekî Ferzad e ku hêviya ji bo jiyanê dubare didin jiyandin. Dema difikirim, mirovên wekî Ferzad, Ebdulla, Behmen, Şîwa, Mensûre, Omêd, Sumeye, Ruzbêh, Şîrîn, Mecîd, Beharê, Nadir û bi sedan girtiyên din çawa li ber xwe didin, hîn dibim ku lazim e em çiraya jiyanê pêkirî bihêlîn.
Her çend şerê di navbera tirs û hêviyê de bi dawî nabe, her çend zincîrên veşartî yên rojmirinê bêrawestan têdikoşin, ku me  kêmtir bikin. Dîsa xeyalên wiha hene ku hê jî bihayê şerkirinê hebin. Carna dema bêhêvîtî û tirs zal dibe, ji xwe re difikirim, gelo buhayê ewqas êş û azaran heye? Gelo ramanên me buhayê tehemula ewqas nexweşiyan in? Nizanim, çi hêzeke ku bi bîra min tîne. Gelo bêazadî û bê xweziyên me wateyek ji bo jiyanê dimîne? Difikirim, ew hêz tiştek nîn e ji xeynî wan dersan ku ji însanên wekî Ferzad hîn bûme.

KAWE MUZEFERÎ