Di tu warî de rewşa me Kurdan û ya gelên cihanê naşibin hev, hima bigire hemû rojên me bi xwîna şehîdan reng girtiye, her bihust xaka me bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Barbarî û wehşeta dagirkerên welatê me dagirkirine, dek û dolabên wan, forma îxaneta li ba me jî naşibe yên gelên din, dibe ji wê be, carna mirov dixwaze li hember xweda û xwezayê jî asê be û rabe raperînê. Êşa giran di vir de ye.

Di nivisandinê de tiştê herî dijwar li ser şahadetan nivisandine, her cara ku ez dixwezim li ser şehîdekî/ê binivîsim, canê min dilerize, gotinên min ditirsin, hevokên min li ber bayê dikevin, carna zimanê min jî tê girtin, lewre wan di nava bêderfetiyan de di bin hoyeyên herî giran û dijwar de li hember cinawirên cihanê efsane û destanên herî pîroz û bi raz afirandine, lema çîrokên wan, romanên wan nivisandin gelek dijwar e.


Mehmet Rauf Akbay (Rauf) di nava malbateke têr û tijî de mezin bû, di sala 1978 an de ji bo xwendinê hate Ewropayê, hemû derfetên wî yên xwendin û di nava vê pergala ewropî de kariyereke her kes nikane bi dest bixe hebû, lê wî azadiya welêt û gelê xwe di ser her nirxî re dît, wî erkê rewşenbiriya xwe pir baş nasî û gihîşt wê baweriyê ku mirov bi rêberiya gelê xwe dikane bibe rewşenbîreke mînak, serbilind û bi anor, lema jî di her tevger û gotinên xwe de da zanîn ku “dema gel û welatê mirovan azad nebe, mirov jî azad nabe û nagihîje şerev û anora mirovbûnê!” 

Li Almanyayê serfermandariya çalakiyên herî bi wate ew bû, xwerû jî dema FEYKA Kurdistan hate demezirandin, ji bo doza welatê xwe û vê federesyona civakî bi cihanê bide nasîn, meşeke dirêj (di Adara 1984 an de) hat organîzekirin, Ew bû serfermadariya beşa ji Hanau heta Bonnê, Gorbuhuşt Xalit jî serfermandariya Hannover – Bonnê bû. 

Di wê meşê de bi rawestan, tevger, alîkarî, zanabûn, hêza xwe ya organîzatorî, kesayetiya xwe ya bi formasyona rêberî rêzgirtina her bêşdarê çalakiyê û her kesên ku ew di wê çalakiyê de nasî wergirt. Ji ber paqijî, dilnizmî û zarxweşiya xwe, biçûya kîjan malbatê, tevahiya malbatê bi xwe ve girê dida, lema navê Rauf li Ewropê di formeke efsanevî de tê têgihîştin.


Celal Ercan (Hozan Sefkan) demezrînerê “Hunerkom û koma Berxwedan” a efsanevî, dema ew bi tevê şehîd Mizgîn ji qada şer gihîştin Ewropê, çand û hunera organîzekirî ku bû bingehê vê dewlemendiya niha, hê li ser bingehê birêkxistiniyeke rast rûneniştibû, bi hatina wî re rengê Huner û muzîka Kurdî guherî, pergaleke birêkxistinê rûnişt, vê birêkûpêkbûnê di her çalakî û şevan de dil û hezkiriniya gel celb kir. Ji ber wê huner û germahiyê, wê rêberiyê mora wî û ya wê dema wî ku wek efsaneyeke di giyanan de rûniştiye, hê jî li ser çand û hunera Kurdî wek reseniyekê tê fêmkirin. Celal Ercan bi saz, deng, nîgarkêşî û di warê helbestê de kesayetiyekî mînak û rêber bû. Dema em bi tevê wî dixebitîn, me ji xebatê zewqeke cûda hildigirt. Hemû heval û kesayetiyên wê demê bi wî re xebitîne, vê ji dil tînin ziman. Dê navê wî di hunera Kurd û Kurdistanê de tim li lûtkeya herî berz wek fermandarê giyanî bimîne. Dema mirov şehadetên wiha dibihîse, dil diperite.

Mixabin ku bêbextên li ser xaka me wisa çavsor, bêwîjdan, sadîst û bêrêz bûn ku roja 16ê Nîsanê /avrêlê 1985 an, ku roja Çarşmeiya sor, roja ku Xweda û xweza afirandina zindiyan qedandibû, roja ku hemû baweriyên Mezopotamiya wek roja afirandinê pîroz dikirin, li beyariya Dihokê di kozikên xwînîn de kemîn avêtin pêşiya van xweşikî û hêviyên Kurdistanê. Heşt mirovên xweşik, heşt giyanên xwedawend, heşt rêberên gel, heşt rewşenbîrên bêmînak, heşt hêviyên bi mîlyonan dilan, heşt fermandarên azadiyê ji me dizîn.Di wê kemîna bêbext de: Îdrîs Ökmen, M. Rauf Akbay (Rauf), Celal Ercan (Hozan Sefkan), Abdurrahman Aytemûr (Riyad), Abdulkadir Gergerlî (Rahmî), Abdullah Gulseren (Delîl), Hazim Kara (Şervan) û Cemal Baran (Hazim) şehîd ketin. Lê nalîna wê rojê hêzî wek êşekî di nava wan çiyan de dizime.

Bêguman hemû şehîdên me yek in, hemû jî li asûmanên me fermandarê me ne, lê li ser şehîdên din agahî di destê min de nebûn, lema min tenê navê van şehînên min bi nêzîk ve dinasîn da, ez ji ber vê lêborîna xwe dixwazim. 


Mehmet Güler (Sînan) û Îmam Huseyîn Bîlgîn jî roja 23. 4. 1985 an di kemîneke bêbextiyê de şehît ketin. Sînan (Mehmed) û Delil Dogan bi hev re xwendibûn, cîranên hev bûn, bi hev re mezin bûbûn, mîna ku cêwiyê hev bin, ji hev nediqetiyan, Sînan bi şervanî û qehremaniya xwe ve deng vedabû, di hemû şerên ew tevê bûbû de tenê serkeftî derketibû, toleya Delîlan hildabû, ji Dêrsimê, Çewlîkê ta Varto û Xinûsê tirsa dilê fermadarên dagirkeran bû, dema wan wan xwînxwaran di nava şer de navê Sînan dibîshîstin, ji tirsan bi paş ve dikişiyan. Dijmin ji bo ku bikanin ji wî bifilitin, rê neman serî lê dan, di encamê de mezra gundê Lîçikê Horhorê  ku ciheke stratejîk ê û mirovên gund xalanên Sînan bûn, dijmin dizanî ku koma Gerîlayan carna tên wir, lema ji bo ku bikanin şêrê me ji me bigirin, ew vî gundikî di nava îxanetê de organize dikin,  rojekê dema ew bi tevê rêhevalê xwe Îmam Huseyîn Bîlgîn tên wir, gundî bi dizî wan îxbar dikin, dijmin bi sedan leşkerên xwe ve dor li gund digirin, di kemîna bêbextiyê û wê roja rûreşiyê de Mehmet Guler û Îmam Huseyîn Bilgîn hetanê guleyên xwe yên dawiyê şer dikin, di encamê de şehîd dikevin. Dijmin bi vê jî têrnabin, bedena wî ya pîroz wek cinawiran parçe dikin. Şehîd Abdullah Yildiz (Komutan Ezîz) di romana xwe ya bi navê “Kizillaşan Toprak“ de bi berfirehî behsa Sînan dike.

Em di kesayetiya van fermandarên manewî de hemû şehîdên meha nîsanê careke din bi bîr tînin, li hember bîranîna wan bejan xwe ditewînin.