Nivîskar di vê berhema xwe de xwendevanan dikşîne nav kûrahiya berxwedan û têkoşîna şervanên azadiyê. Ew şervanên ku di nav şert û mercên dijwar de têkoşîna azadiyê didin û bi vîneke dijwar li ber xwe didin. Şervanên azadiyê li çiyayê Kurdistanê li hemberî hêzên dagirker ji bo jiyaneke azad a gelê Kurd bi hemû hêza xwe bê sekn û rawestîn vîna ji bo azadiyê nîşan didin. 

Di berhemê de li gel têkoşîna şervanan têkiliyê hevaltiyê jî hestên bilind bi xwendevana dide avakirin. Sohbetên ku tên kirin, jiyana ku tê jiyîn wekî kêliyeke ku mirov di nav de be û wekî şerîdeke fîlmekî li ber çavan zindî dibe. Mirov xwe wekî karakterekî bê nav û wekî çavekî şopdar di vê berhemê dibîne. 


 AMED