Îro salvegera 59´an a Şewata Sînema Amûrdê ye ku ji ber dewra dewleta Sûrî, di bîra mirovan de her komkujiyeke mezin e. 13 mijdara 1960´î, qederê 500 zarokî di nav çar dîwaran de li benda mirinê man. Ji wan 283 zarok (li gorî hin çavkaniyan 298 zarok), nekarîn xilas bibin.
Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de bûyereke ne tenê dilşewat e, ji ber ku ser gelek aliyên wê hat girtin jî birîneke nekewiyayî ye. Tevî ku îro salvegera 59´an şewatê ye jî, hîna trawmaya wê dev ji Amûdê bernedaye. Şewat û bîhna kizîrî ji bîra Amûdiyan neçûye û ji bîra nivîskariya wan jî. Di bîra civakî ya Kurdan û nexasim a Amûdiyan de, ev şewat kommujiyek e: Komkujiya Şewata Amûdê.
Rûdana bûyerê bi serê xwe elaqedarî kirinên rejîma hingê ya li Sûrî bû ku tevî Misrê bûbû Komara Erebî. Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê, filmeke bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl (“Cerîmeya nîvê şevê”) ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû çêkirin û rejîmê ew li navçe û bajaran li sînemayan dida nîşandan. Li zarokên dibistanê yên Amûdê jî hat ferzkirin ku biçin sînemayê û li vê filmê temaşe bikin. Li hola sînemayê cihê 200 kesî hebû, lê 500 zarokên dibistanê tê de hatin bicihkirin. Gava ku agir bi sînemeyê ket, zarok tirsiyan û xwe bi wê tirsê li deriyan qelibandin. Lê belê ji ber ku ew deriyê felatê girtîbûn, 283 zarokan di nava wî agirî de di şewata Amûdê de canê xwe da.
Gunehkar dewlet e
Bûyer nehat rohnîkirin û trawmaya bûyerê jî heta roja me ya îro dimîne. Xelk rasterast dewleta Sûrî wek kiryarê bûyera şewatê nîşan dide.
Bi her halî, ya ku hingê 500 zarok di sînemaya ji bo 200 kesî de bi zorê civandî dewleta Sûrî bi xwe bû û yê ku derî li ser wan da quflekirin kî ye, kî nîne û ka şewat bixwe qeza bû yan na jî vediguherin pirsên talî; yanî birîna Amûdê ya komkujiyekê ye.
‘Ew hemû zarokên min in’
Qehremanekî wê rojê heye: Mihemedê Seîd Axayê Daqorî. Wî bi destê xwe ji nava şewatê gelek zarok xilas kirine. Di şeva şewata Sînemaya Amûdê de, ji sînemayê bi dehan zarok derxistin. Di dawiyê de stûnek bi ser wî de hat xwarê û wî di bin de canê xwe ji dest dide.
Gava Mihemedê Saîd Axayê Daqorî bi tevahiya hêza xwe, xwe dide xilaskirina zarokan, hin kes jê re dibêjin; “Tu li kurê xwe digerî? Kurê te ne li wir e, va ye li wê derê ye.“ Mihemedê Daqorî dibêje; “Ew hemû zarokên min in. Ez ne li pey kurê xwe me!”
Mihemedê Seîd Axayê Daqorî bi wan gotinên xwe di nav dîroka birîna Şewata Amûdê de navê xwe wek lehengekî dide nivîsandin. Her ku behsa wî tê kirin, civatên navê wî li wan birî, kelogirî dike.
NAVENDA NÛÇEYAN