Kovara Bîrnebûn a çar mehane ya hunerî, çandî û lêkolînî ku Kurdên Anatoliyê wê amade dikin, bi hejmara xwe ya 67’an li ber destê xwendevanê xwe ye. 

Di vê hejmarê de Mem Xelîkan bi bîr dixe ku li Tirkiyê halî hazir rojname, TV’yên Kurdan hatine girtin û derbarê van kiryarên dewleta Tirk de li ser girtina komaleyên Kurdan ên li Enqerê KURD-DER (Komeleya Demokrasî Çand û Piştewaniya Kurd) û KOMKURD-AN (Komela Kurdên Anatoliya Navîn) de nivîsiye.

Koçberiya Kurdan

Lêkolîner Rohat Alakom di vê hejmarê de bi sernivîsa “Di romana Swêdî de koçberiya Kurdan” bersiva wan pirsan dide ka koçberiya Kurdan a ber bi Swêdê ve di berhemên edebî de çawa cih girtiye. Kurd çawa di van berheman de hatine nasandin, bi mînakan raberî xwendevanan dike. Yek ji van jî romana Moni Nilsson e ku sala 2007’an bi navê Hoppet (Hêvî) derketiye. Ev roman li ser jiyana du birayên Kurd Azad û Tîgrîs e ku bi tena serê xwe hatine Swêdê û temenê xwe piçûk nîşan didin. Ev roman piştre dibe mijara fîlmê bi heman navî Hoppet. Ji bilî vê mînakê ji deh mînakan zêdetir mînak hene. 

Mele Ehmedê Paloyî

Yusuf Polat jî di vê hejmarê de bi danasîna helbestvanê ji gundê Sêraya Xelîkên Jêr, Mele Ehmedê Paloyî dike. Bi vê nivîsê em hîn dibin ku serguzeştiya Ehmedê Paloyî her çiqas bi êş û koçberî be jî gelek helbest nivîsandine ku bi pirranî mijara wan serpêhatiyên wî ne. Paloyî di helbesteke xwe de wiha xwe pênase dike: Di pê hezar û neh sed û bîstan/Min ji dêya xwe berdaye biştan/Bavê min çûbû cengê kufara/Serbaz û leşker ji bo neyare/Min ew nedîbû derdê dilê min/Jê bixwêdî bûn bax û gulê min/Piştî sê salan diya min diçû/Ez hiştim sêwî li ber dar û tû.”

Ji bilî van nivîsan naverokeke têr û tijî ku ji helbest, wêne, lêkolîn, danasîn û hwd. pêk te li hêviya xwendavanan e.


 NAVENDA NÛÇEYAN