Berdevkê hikûmeta Iraqê Elî Debbax got; “Lijneya Wezîran biryar da ku baregeh û yekîneyên leşkerî yên biyanî ji axa xwe derbixe û ketina nava xaka Iraqê li hêzên biyanî qedexe bikin.”
Debbax da zanîn ku wan ji parlementoyê xwestiye ku peymanên berê hatine îmzekirin û rê didin ku hêzên leşkerî yên biyanî li Iraqê bimînin, werin betalkirin.
Li gorî nûçeya AFP’ê, rayedarek din ê hikûmetê baregehên Tirkan ên li derdora Dihokê kir hedef. Heta niha hikûmeta Kurd derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye. Nehat zanîn bê dê ev biryar ji aliyê hikûmeta Kurd a başûrê Kurdistanê ve bê pêkanîn an na.
Balkêş bû ku biryara hikûmeta Bexdayê piştî tezkereya operasyonên dersînor ên hikûmeta Tirk a ku pêşkêşê meclîsa Tirk hate kirin,hat dayîn. Tezkereya dersînor a li dijî Kurdan di 17’ê Cotmehê de wextê xwe tije dike. hikûmeta Tirk ji bo ev rayeya operasyona dersînor careke din were dirêjkirin. Wê Meclîsa Tirk di 4’ê Cotmehê de ji bo dirêjkirina tezkereya leşkerî ya dersînor bicive. Balkêş e ku ev tezkereya bi taybet ji bo başûrê Kurdistanê ye, dema ku Serokê Herêma Kurdistanê li Enqereyê bû pêşkêşî meclîsê tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta AKP’ê de nakokiyên mezin hene. Serokwezîrê Şiî yê Iraqê Nûrî el Malikî vexwendina Erdogan a ji bo kongreya AKP’ê qebûl nekiribû.
Têkiliyên her du welatan bi taybetî, dema ku Alîkarê Serok Komarê Iraqê Tariq Haşimî çû Tirkiyeyê û ji aliyê Enqereyê ve hate hewandin, ber bi xirabûnê ve çûn. Tariq Haşimî ji ber rêxistinkirina gelek cinayetên li Iraqê yên li dijî hikûmeta Malikî hate darizandin û di 9’ê Îlonê de cezayê îdamê lê hat birîn.
Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû çûbû başûrê Kurdistanê û bê ku destûr ji hikûmeta Bexdayê bigire, çûbû Kerkûkê. Ji ber vê yekê jî hikûmeta Bexdayê nota dabû hikûmeta Enqereyê. Herî dawî hikûmeta Iraqê ragihand ku ger balefirên Tirk bikevin axa Iraqê wê bixin hedef. Lê piştî vê biryarê balefirên Tirk gelek caran Qendîlê bombebaran kirin û êrîş berdewam dikin.
Li dijî baregehan milyonek û nîv îmze
Di navbera Sibata 2012 û Adara 2012 de Kovara Hawdem û Ciwanên Welatparez başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanya bi dirûşma “Ji bo derxistina baragehen Tirkiye 1 mîlyon îmze” de ji milyonekê 470 hezar îmze kom kirin. Îmzeyên ku hatibûn berhevkirin, pêkêşê hikûmet û Meclîsa başûrê Kurdistanê û gelek rêxistinên navneteweyî hatibûn kirin. Tevî gelek rayedarên YNK, Goran û hin parlementerên PDK’ê, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên başûrê Kurdistanê piştgirî dabûn kampanyayê.
Baregehên Tirk ên li herêmê
ANF’ê beriya niha jî gelek nûçeyên berfireh der barê bargehên leşkerî yên Tirk ên libaşûrê Kurdistanê de weşandibû.
Li gor wê: Di sala 1995'an de di encama peymana di navbera Tirkiyeû PDK’ê de li balafirgeha Bamernê hatin bicihkirin. Niha jî li balafirgeha Bamernê nêzî 50 tank û nêzî 2 hezar leşker hene. Di sala 1995'an de, di navbera Tirkiyeyê û PDK’ê de li dijî PKK’ê peyman hatin amadekirin û li Batûfa, Bamernê, Bêgova û Kanîmasiyê leşkerên Tirk hatin bicihkirin. Di sala 1997'an de PDK’ê destûr da ku leşkerên Tirk herêmê bimînin.
Her sal di meha Tîrmeh an Tebaxê de dema mayina leşkerên Tirk li başurê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê dirêjkirin.
Di noiqteyên nêzî sînor ên li nêzî Batûfa û Kanîmasiyê nêzî hezar leşkerên Tirk û derdorê 20 tankên şer ên Leopar 1, ên Elman hene. Her wiha di baregeha li bajaroka Bamernê ya Amêdiyê de jî nêzî hezar leşker û 10 tankên şer ên Tirk hene. Tirkiye hewl dide ji vir Metîna û Garê bixe bin kontrola xwe.
Her wiha li aliyê Zapê jî 3 tankên di biryargeha Tirk a li Amêdiyê jî nêzî 3 tankên şer balê dikişînin. Di baregeha ku piraniya leşkerên têde endamên sîxûriyê ne de, gelek caran wesayîtên bi plakaya Iraqê jî hene.
Li bajarokên Şêladiza û Dêralokê yên nêzî Zap û Gareyê nêzî 10 tankên şer û zêdetirê 500 leşkerên Tirk û wesayîtên din ên leşkerî hene. Berê tankên li Şêladiza ya li nêzî herêma Barzanê dane cihên bilind ên Gareyê yên di bin çavdêriya gerîlayên HPG’ê de.
Hêzên taybet ên li dijî PKK’ê bi destûra PDK’ê hatine bicihkirin, di heman demê de di nava xebatên sîxûrî de jî cih digirin. Ligel mekanîzmaya sê alî ya li Hewlêrê pêk hat, kiryarên sîxûrî yên li vê herêmê zêde bûn.
ANF/HEWLÊR/BEXDA