Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso girîngiya boykotê destnîşan kir û xwest Kurdistanî malên Tirkan boykot bikin. Hiso qala bandora berxwedana Rojava li Ewrûpayê û li civakan kir û got, tişta tê kirin têrê nake hê bêhtir divê.
DENÎZ BABÎR / HEILBRONN
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê Xerîb Hiso li dijî êrişa dewleta Tirk a bi armanca qirkirinê dibe ser Rojava li hin welatên Ewrûpayê mehek e, hevdîtinan pêk tîne. Hiso diyar kir ku ew di rewşeke seferberiyê de ne, û got, divê xebata hundir û derve hev temam bike.
Hiso di vê çarçoveyê de îşaret bi girîngiya boykotê kir û got, “Hinek mirov dikarin boykotê piçûk bibînin, lê bi xwe gelekî girîng e. Boykotkirina malê Tirkan bi ambargoya li ser Rojava re di weznekê de ye. Armanca me ye, em Tirkiyê di warê aborî de jî bixin zirarê. Niha Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî jî ambargoyê pêk tînin. Nexasim xelkê Başûrê Kurdistanê di vî warî de pêşengî kir. Boykot jî bi serê xwe derbek e, mirov li dijmin dide. Ji ber vê jî xelkê me yê li Ewrûpayê jî dikare li vir derbeke aborî li dewleta Tirk bide. Gelek mexeze û dukanên din hene xelkê me pêdiviyên xwe ji wan bigire. Hatina dewleta Tirk dibe sîleh û li dijî Kurdan tê bikaranîn.”
Dewleta Tirk di şer de sûc dike
“Berxwedana Rojava bandoreke mezin li welatên Ewrûpayê û civakan kiriye. Lê ev têrê nake, hê zêdetir divê. Niha li welatê me şerekî dijwar heye. Êrişên dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên wê hene. Êrişên mirovatî qebûl neke hemû li pêş çavê mirovatiyê têne kirin. Di hevdîtinan de me bi israr anî ziman ku em gelek in û mafên me hene. Em dixwazin weke gelekî bi rûmet bibin xwedî jiyaneke azad.
Sîlehên di peymanên navneteweyî de qedexekirî hatin bikaranîn. Gewdê gelek mirovan şewitî. Dewleta Tirk li Serêkaniyê fosfora spî bi kar anî. Di lêkolînên pispor û bijîşkan de tesbît bû ku fosfor hatiye bikaranîn. Ev jî bi dîmen, belge û dukumanteran ji dewlet û saziyan re hat şandin. Dewleta Tirk di warê şer de sûc dike. Divê cezayê wê were dayîn. Ji bo vê jî di serî de Neteweyên Yekbûyî me bang li gelek sazî û dezgehan kir. Me ji wan re got, eger hûn ji me bawer nakin, kerem kin heyetekê bişînin bila lêkolîn bike. Mixabin neşandin. Eger li Xûta, Şam, Hama û Humsê bûya wê bişanda. Em jî dipirsin çima hûn naşînin? Em dibînin di vê mijarê de xwe kerr dikin nabihîsin û nabînin mîna koran tevdigerin. Diyar e ku naxwazin kirinên faşîst ên dewleta Tirk ku beşekî NATOyê ye, têkiliyên wê bi çeteyan re deşîfre bibe.
Me çima beşdarî Cenevê nakin?
Li Cenevê ne tenê Kurd, îradeya gelên Sûrî li Bakur û Rojhilat jî tineye. Tevî hukûmeta Sûrî û muxalefetê 150 nûnerên sazî û dezgehan beşdar dibin. Dev ji me Kurdan jî berdin, ji sedî 33´ê Sûrî hatiye rizgarkirin û ev erd ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê rêvebirin. Ji bo em fêhm bikin ez dipirsim, baş e, muxalefet ji sedî çend erdê Sûrî rêve dibe? Hîç, ti tesîra wê nîne. Eger hebe jî tenê deverên dewleta Tirk dagir kiriye. Kesên ji deverên din hatine nabin muxalefet. Çima em tinene divê vê yekê eşkere bikin. Em xwedî li erda xwe derketin û me nehişt Sûrî parçe bibe. Ji bo vê jî me bedêlên giran dan. Çeteyan Sûrî parçe kir û dagirkeriya Tirkiyê anîn. Rejîm bi wan re rûdinê, lê li xwe danayne bi me rûnê.”