Li welêt dîsa salekê kujeriya sipî (perwerda bi tirkî) dest pê kir. Ango wê îsal jî bi mîlyonran zarokên Kurdan asîmîle bikin, wê seriyên zarokên bêguneh û bê hay bi jehra tirkayetî û sentêza tirk-islam biherimînin. Wê bi her şêweyî bixebitin ku wan ji rîçalên wan biqetînin. Em ê jî kêf bikin ku zarokên me diçin dibistanê, dixwînin û dibin xwediyê pîşeyekê yan jî miro(lê yê çawa?). Ev xeleka bi sala ne, wekî çerx û feleka bi adrenalîn mêjî sewsîkirinê didome.
Ne tenê li dibistanên seretayî û navîn, li zanîngehan jî her wisa ye. Li wir ne tenê her tişt bi tirkî ye, mêjîgeniyên wek fetullahî û tarîqatên din jî ji bo xwendekarên zanîngehan li qerajên bajêran çadirên çerxa xapandinê vekirine. Dixwazin xwendekarên bê derfet bikişînin wan malên xwendekaran û li wir pêl bi pêl serê wan bişon û wan wek dijminê netewa xwe amade bikin. Ev tevna pîrhevokê ya bi jehrîn li her derê hatiye li darxistin.
Ji ber vê çerxa kujeriya sipî mêjiyên me parçe parçe ye. Em di cihê li gor nirxên netewa xwe, li gor nirxên netewa dagirkeran tên amadekirin. Yan jî li gor nirxên tarîqatên sentêza tirk-islam tên perwerdekirin. Birîna herî kûr mikrobên xwe ji vir distînin.
Hemû rewşenbîrên di nava çerxa fetulahî û AKPeyiyan de ne, wekî cahş li ekranan û di nava rûpelên rojnameyên bi qirêj de li ser wê xeta perwerda tirk îslam hatine bikaranîn. Hemû dozger û karmendên dijminê Kurdan di van malên xwendekaran ê tarîqatan de xwendine. Lema ew her yasa û bendî li gor nirxên Erdogan û fetullahiyan dinirxînin. Ji bo wan tu qîmeta nirxên dada navnetewî û mirovbûnê tune.
Ji bo neteweyekê perwerde hemana herî bingehîn e. Her netew li ser vê hemana bingehîn pêşeroja xwe amade dike. Neteweyên ji vê hemana bingehîn bêpar in, di her warî de qels in. Ne welatparêziya wan, ne yekitî û nirxandinên wan, ne siyasetmederî, ne niviskarî, ne jî boçûnên wan li ser xetên sor ên netewa wan e. Dagirkerên wî welatî dikanin bi hêsanî bi wan bilîzin. Dema em li Kurdên di nava çerxa AKP, fetulahî û dewletê de wek maşe tên bikaranîn binêrin, dê em ê bikanin vê rastiyê baştir têbigihîjin.
Ji ber ku di nava gelê me de pergaleke perwerda li ser nirxên netewî rûneniştiye, dema mirov li gel Kurdan mijara perwerdê veke, ew ji vê diyardê zimanê dagirkeran têdigihîjin. Gotinên wan ên herî hêsan. „Ma bi Kurdî jî perwerde dibe? Wê bi Kurdî bixwînin, bibin çi? Zarokên me jixwe Kurdî dizanin! Yaw mamoste hûn tenê ji bo nanê xwe werdikin! Kurdî cih bihêle, de bisekinin, bila zarokên me herin dibistanan e bixwînin, wê feydeya wan hê zêdetir bigihîjin Kurd û Kurdistanê! Uhwd!“ Ev jî rastiya me û gelê me li ber çavan radixîne. Nêzîkbûna me ya perwerdê nîşan dide.
Di destpêka sala kujeriya sipî de boykota dibistanan, yan jî boykota perwerdeya bi zimanê tirkî, bi dîtina min du wateyê xwe yê girîng hene. Yek ev e; ji dagirker û bişavkaran re bi tundî „na“ gotin e û ev gaveke ji bo pejirandindayîna perwerdeya bi zimanê Kurdî avêtin e. Ya dudyan; ji bo min gava herî girîng e, ew jî ev e; da Kurd bikanin fêmbikin ku bi Kurdî jî perwerde dibe û li gel wê tenê perwerdeya bi Kurdî wê bikane me ji vê rewşa malxirabiyê rizgar bike. Lema ez vê boykota dibistanên tirkan çalakiyeke herî girîng dibînim, organîzator û gelê me bi dil pîroz dikim.
Ji ber ku em Kurd girîngî û wateya perwerdeya bi zimanê dayîkê baş fêm nakin li Ewropê jî derfetê heyî rast bi kar naynin. Her çendî li Almayayê li piranya eyaletan derfetên dersên zimanê Kurdî heye jî, ji ber ku em ji perwerdê tenê tirkî, iraqîbûnî û farisî fêm dikin, lema jî xwedî li dersên zimanê Kurdî dernakevin. Zarokên xwe bi zanistî naşînin dersên Kurdî. Dema mamosteyê Kurd ji yekî re bibêje: „Kekî delal, tu çima kurê / keça xwe naşînî dersa zimanê Kurdî“ hima vê bersiva wek gule jê digire: „Ê mamoste zarok e, nayê, ez çi bikim!“ Lê gava maosteyê tirk bibêje: „Ulan, oglun niye turkçe dersîne gelmiyor!“ Hima stûyê xwe li ber wî xwar dike û dibêje: „Nasil gelmiyor, welahî, ben onun gozini çikarir!“
Rastiya me ev e. Ji bo ku em bikanin ji vê rewşa agir bi dilan dixe, rizgar bin. Divê em berê her tiştî bi hemû dezgehên xwe ve van mirovên xwe perwerde bikin. Em di her warî de zimanê Kurdî serdest bikin, da Kurd bizanin ku bê Kurdî jiyana di nava civaka Kurdan de nameşe. Ango hetanê ku em bi tundî zimanê tirkî ji nava jiyana xwe dernexin. Wê boykot tenê sembolik bimîne. Wê her û her Kurd, ji perwerdê bi taybetî tirkî fêm bike. Wê dijmin bikane bi hêsanî bi me bilîze. Bi taybetî jî divê em bikanin di serî de li vî welatê Ewropê şoreşeke ziman pêk bînin ku pêlên we bikane xwe bigihîjîne welêt jî.