Piştî bûyera 17’ê Tîrmehê ya li restoranta Hoqqabaz a li Hewlêrê ku endamê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin, rêveberiya Hewlêrê rêya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) girt. Dorpêç ev 61 rojin didome û hewldanên vekirina rê, bê encam mane. Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêçê 16 roj li pey xwe hişt.

Serdan hemû bê encam man

Meclîsa Gel a Mexmûrê û Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Wargehê, derbarê mijarê de li gel sazî, rêxistin û parlementeran re peywendî çêkirin.

Komîteya Têkiliyên Karê Derve li ser mijarê heta niha bi Qeymeqamê Navçeya Mexmûr Rizgar Mihemed, Rêveberê Tevgera Goran Celal Cewherî, Parlementerê Herêma Kurdistanê yê ji Komalî Îslamî Kurdistan Soran Omer, Parlementerê Nifşê Nû Mem Bûrhan, Parlementerê Tevgera Goran ê Parlementoya Iraqê Kawa Mihemed û Parlementerê Yekgirtû Îslamî yê Parlamentoya Iraqê Dr. Mûsene Emîn, bi endamê Saziya Xaça Sor a Navneteweyî yê herêma Silêmaniyê, endamê Desteya Rêveber a Sentera (navenda) Girîngîdayîna Demokrasiyê ya Mafê Mirovan Awat Mehmûd Pîr Weysî û Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd re hevdîtin pêk anîn. Her wiha bi saziyên mafê mirovan, rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) re peywendî çêkirine.

Daxwaz bidawîkirina dorgirtinê ye

Komîteyê di hevdîtinên xwe de daxwaz kir ku dorpêç bê rakirin, her wiha ji parlemeterên parlamentoyên Iraq û Kurdistanê daxwaz kir ku şandeyek bişînin Wargeha Mexmûrê û lêkolîn bikin.

Herwiha şandeya hevserokên HDP û KCD’ê û parlamenterên jin ên HDP’ê di hevdîtina xwe ya li Başûrê Kurdistanê de daxwaz ji rayedarên Başûrê Kurdistanê kirin ku ev dorpêç were rakirin.

Tevî van hemû hevdîtinan jî, heta niha ji bo bidawîkirina dorpêça li ser wargehê, tu encam nehatine girtin û bersiv nehatine dayîn.

Ji Mesûd Barzanî re name

Her wiha li ser navê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Peywendiyên Derve nameyek ji Serokê PDK’ê Mesût Barzanî re şand. Di nameyê de ku daxwaza hevdîtinê tê kirin, weha tê gotin: “Em penaberên Bakurê Kurdistanê ev bû 26 sal in li ser xaka Herêma Kurdistanê ne. Nifûsa welatiyên li Mexmûrê li derdora 12 hezarî ye. Em li ser navê Wargeha Penaberan a Mexmûr ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên demên dawî yên li ser wargehê, daxwaz ji we Birêz Mesût Mûstefa Barzanî dikin ku bi tevlîbûna 15 rûspiyên wargehê re civînekê pêk bînin.”

Şande serdana wargehê dikin

Li aliyê din ji bo şopandina dorpêçê, şandeyek ji herêma Xweser a Katalonya ya Îspanyayê hat wargehê. Her wiha şandeyek Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê (Tevgera Azadî), şandeya parlamenterên jin a HDP’ê, şandeya xelkê Başûrê Kurdistanê, şandeya Lijneya Herêmên Binakok a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê serdana wargeha Mexmûrê kirin.

 
 

Mexmûr ket rojeva Iraqê

 

Li parlementoya Iraqê guftûgoyên li ser ambargoya Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê.  Diviyabû Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê li ser daxwaza Parlementera Koma Nifşê Nû Yusra Receb, ji bo lêkolînkirina rewşa Mexmûrê doh civiyaba. Lê serokê komîsyonê yê ji Eniya Tirkmen Erşed Salihiye, destûr neda komîsyon kom bibe. Li ser vê yekê di rûniştina pêr a parlementoyê de Yusra Receb mafê axaftinê girt û ji serokatiya parlementoyê daxwaz kir ku rewşa Mexmûrê bê lêkolînkirin û demildest ambargo bê rakirin.

Yusra Receb li ser mijarê axivî û got, “Birêz Serokê Parlementoyê, çawa ku hûn dizanin ku zêdeyî du meh in, wargeha Mexmûrê di bin ambargoyê de ye. Ev ji bo îmaja Iraqê û hiqûqa mafê mirovan tiştekî ne di cih de ye. Ji sala 1990’an ve ev kamp li Herêma Kurdistanê ye. Kesên li vê kampê dimînin mirov in. Min li gel endamên komîsyonê bi taybet jî li gel Erşed Salihî nîqaş kir, ew dibêjin ev ne hemwelatiyên me ne. Lê lijneya me lijneya mafê mirovan e. Lijneya mafê mirovan tenê ji bo welatiyên Iraqê nîne. Divê em parastina xelqê wir bikin. Ma gunehê wan çiye? Ji dema bûyera kuştina cîgirê Sefîrê Tirk heya niha ambargo danîne ser wan. Di navê de jin hene, zarok hene, tev welatiyên sivîlin û çekdar nînin. Divê ambargo li ser welatiyên kampê were rakirin. “ 

 

 ROJNEWS /BEXDA