Bûka Raperînê ye Silava

  • Çarenûsa siberoja gelekî li ber diyarbûnê bû. Gav bi gav zivistanek reş û tarî xwe li gelê min dipêça. Ji bo qewitandina zivistanê û anîna biharê, ez jî wek hezarên jin û mêrên bi xîret tevgeriyam û tevlî govenda azadîyê bûm. Ez berdêla azadiyê, bûka gelê xwe me. Ez Silava, Silava Efrînê me. 

 

 

RONÎ RIHA

 

Li derve şevek reş, vizeviza bayekî kur, li hundur lobîna dayika min a dengbêj bilind dibû. Çîrok û dûrika Edûla bêmirad û Derwêş ê dilsozê gelê xwe, bi dengê wê yê rengxem re li derdorê belav dibû. Dil bûbû hibr, ziman jî bûbû qelem. Deng reh, reh jî can dida gotinê. Gotinên ji bo çîroka sed salan hevdu dihûnan û ji zarê dayika min dipekiyan, zîz dibûn û li dîwarê kevirî diketin. Kevirê kerr û lal ji dîroka bi êş û elem re bûbûn rûpel. Destana gelekî ya bi êş, xêz bi xêz li ser kevirên sar dihat nivisandin. Em zarokên li pêşberî yeksûga dayika min civiyabûn di navbera kêlî û dîrokê da dijiyan. Xeyalek xeybanî xwe li derdorê pêçabû. Gotin bûbû peyamber rasteqîn û nerasteqîn li ser bextê gotinê mabû êdî. Gotin, ne hew bûbû buhur di navbera îro û doh de, heman demê bûbû xaçerêkek bi xem ji bo guhdaran. Guh ketibûn riyeke efsûnî, li xêmê binê beriyê li şop û doza.

Diwanzdeh siwariyan û Edûl lê digeriyan. Di vê şeva reş de guhdar bi çavê dil li ser dîwarê kilsî, li siya lehengên dîrokê temaşe dikir.

Piştî strana, "Delalê min wayê Delal" dayika min dest bi axaftinê kir, "Girê Edşanê bi rêwîtiya hespê riya rojekê li jêra Wêranşahrê dikevi. Derdora wî hetanî çahv çahva dibîne guherek bê kevir, dûz û dirêj e. Erdekî bi xêr û bêr e, tûkek deh tûka dide. Mirov tufî axê bike, ew tuf û xwezî wê bibe tov û jê mirov wê şax bide û biseride. Girê Edşanê jî li navbera vê berriya bêsînor wek kelekek li ser deryakê ye." 

Min bi baleke mezin li dayika xwe ya çîrokbêj guhdarî dikir. Hêsrên tariyê xwe jê re kiribûn perde tije kortikê çahva min bûbû. Bi dengekî westiyayî û xemgîn min pirskir, "Dayê ti cara çûye Girê Edşanê, ser gora Dewrêş û hevalê wîna?"

 

Gora dîlgirtî ya Derwêş

Dayika min ewilî hinekî sekinî û pê re got, "Na, hawar, keça min ma kî kane here ser Girê Edşanê?" Min hîn xwe amade dikir ku bi pirsiya û bigota ´çima?´, lê dayika min dewama gotina xwe anî û got, “Na keça min, sed heyf û mixabin ew Derwêşê ji bo axa dê û bava biparêze û li ser vê şopê canê xwe da, îro gora wî dîl hatiye girtin. Xelqê dora Girê Edşanê tev gund û eşîrê Ereban e. Nahêlin kesek here ziyaretiya gora Derwêş û hevalê wîna."

Ji wê êvarê û şûnda hetanî dawiya emrê xwe ez bûm dilê Edûlê bi hisreta wî Dewrêşê axa gelê xwe parast û îro gora wî dîl hatiye girtin naliyam, "Delalê min Wayê Delal..."

Silav li we,

Silav li çûk û mezina, li dayik û jina. Silav li çiyayên bilind, li çiya yê ji hawaran re bûne hêlîn û îro di paxila xwe da baz û pilingan şîr didin. Silav li geliyê Zîlan, li Newala Qesaba. Silav li her pê û bihusta axa birîndar. Sed silav li şax û newalên stûxwar, yê ku xwe ji cangoriya re kirine gor û war.

Silav li berriya jêrîn, berriya ji Derwêşan re bûye gor. Berriya axa sar bi sewta simê Hedvan, bi şingîniya şûr û mertalên, bi qîrîniya neçariya Edûlan dinale... Ji nalînên dora dengê Baqiyê Xudo bûye bask îro, bayê hawara êşa diweşîne. Awazên dengbêjan tîrê li guhê şopgerên li rastiya xwe digerin, dixîne. 

Silav û mizgîn li Leyla Qasim kevoka li ser sêdarê. Piştî wê bi hezaran kevokên gerden gewr li ezmanê welatê ew bi hisreta wî dinalya, ji bo azadiyê îro per li hev dixin. Bi kulilkan şa dibin pînpînokên biharê.

Silav ji dergûşa dayika min re, dergûşa bi destê terikî, tilî û bêçiyê nasirî û bi sewta lorîk û lobîna dihat hêjandin. Ne hew şîr bû min ji pêsîra wê yeksûgê dimêt, di bin siya bijangên wê yê perpînpînokî de bi hêviyên reng kumyêt ez xwedî kirim û bi firê xistim, da ku ji bo siberojê ji hawara wê re bibim gazî.

 

Ez Silava me

Ez hilma wê lorîkê, pêçeka wê dergûşê me, ew dergûşa ji dara berûyê... Ez êdî ne hew piçûka pepûka xwe me, hêz û cebira baskê wê yê şikestî me.

Wê têr ez hewandim, êdî dordem ya min e. Qanûn û zagonên xwezayê yê ne hatine nivisandin wisa dibêjin û wisa hatine stran li vê axa dilbirîndar.

Li dergûşa dayika min, li axa reh û can dabû min ji hêla hêzên reş ve ferman lê rabûbû û dê zarok diavêt. Mirovatî di bin siya şûrên destqirêjan de can dida. Qijikên reş ketibûn hêlîna kevoka min. Qîrîn û hawareke sedsalî dubare bilind dibû. Sînga axa lal diqelişî li hember vê neheqiyê. Guhên bi pifa lorîkên bi êşê hatibûn hewandin, li hemberî vê zilmê nikanîbûn bê sewt bimana. Li hilekê li dijî gelê min talan û fermanek bi êş dimeşiya û li hêlekê jî jin û mêrên vî gelî yên xwedî xîret mil dabûn hev û dîrokeke nuh bixwîn û xwîdana xwe dinivisandin. Govenda azadîyê li sergovenda xwe digeriya. Xeyalên mal û mêr, xeml, zîv û zêr bêwate mabûn êdî. Kêlî bûbû dîrok. Çarenûsa siberoja gelekî li ber diyarbûnê bû. Gav bi gav zivistanek reş û tarî xwe li gelê min dipêça. Ji bo qewitandina zivistanê û anîna biharê ez jî wek hezarên jin û mêrên bi xîret tevgeriyam û tevlî govenda azadîyê bûm.

Ez berdêla azadiyê, bûka gelê xwe me.

We ez naskirim gelo?

Ez Silava, Silava Efrînê me. Şehîda Rojava ya jin, ya yekemîn, ez Silava me.

Silav li we.

 

* Silava, 28'ê Gulana 2013'an li bajarê Efrînê li derdora Çiyayê Kurmênc, di encama şerekî bi komên çete re tevî 4 hevalên xwe şehîd bûbû. Ew şehîda yekem a jin a Rojava ye.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.