Kulikê ku pêçana wê li gorî hereman cudatîyan nîşan dide, li serê peykerên Nemrud agahîyê dide dîrokzanan.
Kulikê ku li bajarên Kurd lê dijîn tê bikaranîn ji 4 paran pêk tê. Para yekem para bin kûme û ew para bi heman şeklî li serê peykerên çîyayên Nemrûdê jî ye. Para duyem jî tasik e û vê tasikê datînin ser kûmik. Li ser tasîkê jî para sêyem jî çîtê ku li ser tasê tê pêçan. Pêçana çitê jî li gorî hereman cudatîyan nîşan dide. Li herema Semsûrê girêk li pêşîyê ye. Li hinek hereman girêk li alîyan tê girêdan. Li hinek hereman jî girêk li paş tê girêdan. Ew cudatîyên girêkavêtinê jî ji sedema malbatan tê zanîn. Para çarem jî kitan a ku li ser Çitê tê pêçan e. Kitan bi zêdeyî ji nava rengê spî tê çêkirin. Ji ber ku yên bî û pîr kitanên reş didin serê xwe.
Kulikê ku di nava cihêzê bûka de jî cîhê xwe digre, li serê jina 57 salî Fatma Ulger ya ku ji gundê Goztepeyê ya navanda Semsûrê ye jî qet nahatîye xwarê. Ulger tu carî vê Kulikê ji serê xwe danîne. Ulger, dema dergîstî buye Kumik daye serê xwe û careke din qet daneniye. Ulger, li ser çand û kevneşopiya Kulik axivî û diyar kir ku ev çand kevneşopîya jînen heremê nîşan dide.

‘Çanda Kulik winda dibe’

Ulger, bal kişand ser jinên bê kumik digerin û wiha axifî: „Ji min her dem dipirsin ka ez çima kumik didim serê xwe û laçik nadîm serê xwe? Lê ez li wan guhdar akim. Dema ez kumik ji serê xwe datînim, eş dikeve serê min. Bê kumik xwe wek tazî dibînim. Berê li serê hemû jinan kulik hebû. Niha jin zêde nadin serê xwe. Xizmên meyî li derveyî welêt dijîn. Dema ku tên vira ecêbmayî dimînin û wêneyên me dikşînin.“

Zeynep Çorapli ya ku li gundê Dardxan rudine û temenê xwe gihîştîye 65’âne, derhekî kumik de ew gotin kirin: „ Ez 14 salî dergîstî bûm û min kumik da serê xwe. Malbata hevserêmin di nava cihêzê minde anî bû. Me zêr bi pêş kumik dixist. Wê demê li serê hemû jinan hebû. Ez 51 salin kumik didim serê xwe û ji kumikê serê xwe jî razime. Tu laçik cihê kumik nagre.“

ARJÎN KARAKUŞ - DÎHA/SEMSÛR