Cangoriyên Meha Cotmehê tên bibîranîn
Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî, Mam Zekî Şengalî û Cangoriyên meha Cotmehê li bajarên Celle û Lehrte yên Elmanyayê hatin bibîranîn.
Civîna li Celleyê ji aliyê YJK-Hannover û Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî ve hate organîzekirin.
Civîn li Mala Êzîdiyan pêk hat û zêdeyî 500 Kurdistanî beşdarî bûn.
Li ser navê KOMAW’ê, malbata Mam Zekî Şengalî, NAV YEK´ê, Saziya Enternationalîst û gelek nûnerên din li civînê axaftin hatin kirin. Di civînê de li ser jiyan û têkoşîna cangoriyan sînevîzyonek hate nîşandan.
Civîna li Bajarê Lehrte jî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Gulan Gulo ve hate organîzekirin.
Di Civînê de Berdevka Meclîsê Cemîle Alp axivî û got, “Xwedîderketina li cangoriyan bi avakirina neteweya demokratîk li ser hîmê azadiya jinê û bi azadkirina Rêber Abdullah Ocalan dibe.” ANF/HANNOVER