Dema ku em tecrûbê, perwerde û mîrateya civakî tevî ferzên civakî li aliyekî deynin û qebûl bikin ku mentiqekî wan ê cihê heye û ontolojiyeke wan a xweser heye, hingê em dikarin bibêjin mirov bi serê xwe li hember rewşan hewl dide maqûl be, rasyonel be û li gorî vê biryaran bide. Ev qalibê li jor jixwe xwe bi pejirandin û erêkirina ferdî û komunî jî qismî di her halê jiyan û ezmûnên mirovî de cihê xwe girtiye. Ji ber wê jî mirov tiştên pirr barîz û darî çav dikare zûbizû bi hukmê “maqûl e” yan jî “ne maqûl e” bipîve, binirxîne.

Ev qebûla giştî bi me re têra xwe alîkar e ji bo ku em li aqlê dewleta Tirk binihêrin. Pirsgirêka Kurd bi şidetê nedikarî 100 salan ji holê were rakirin. Dewleta Tirk bi vê pirsgirêka xwe (lewma pirsgirêka Kurdan a azadiyê û ya Kurdistanê ye) xwe bi xwe xistibû bin nîrekî ku teqrîben sedsalên bihurî gavên wê girankirin, destê wê bi sûcên cihê yên li dijî mirovahiyê qirêj kirin û ji siyasetê heta bi aboriyê hem zirar li wê dewletê bû û hem jî welatiyên wê delwetê çi Tirk û çi ne Tirk bi zirar û ziyanên mezin re rûbirû man.

Bi vî dîmenê li jor, mirov dikare bi hêsanî bibêje ku nabe ku ev dewleta hanê maqûl be. Heke ne wisa be, naxwe çawa mirov karibe ha vê kronolojiya bûyeran rave bike: Ji destpêka xwe heta 1937’an şewazê tinekirina fizîkî (bedenî) ceriband, ji hingê heta sala 1984’an a tineqebûlkirinê ceriband, ji hingê ve jî rêbaza piçûkdîtin, kêmdîtinê û dûrî-çav-kirina Kurd, Kurdî û Kurdistanê diceribîne, di nava van rêbazên sereke de jî her rêbaza eskerî û şidetê hat ceribandin. Hikûmeta AKP’ê rabûye di tekrara van rêbazan de li çareseriyekê digere û li benda encameke çawa ye jî ne ew û ne kesên ji derve dizanin.

Piştre serokwezîrê hikûmeta vê dewletê ya AKP’yî gotinek kir, xwedê nehêle dînên gundan jî bikin (pirr caran dîn maqûltir in ji qaşo biaqilan)… ew kesê camêrê bi eqarê kesayetiya wî jî neketî, gef li tevgera rizgariya gelê Kurd xwarin û got, “Çareserî mareserî nîne”. Yanî çi? Min li jor bi kurtebirrî îşaret pê kir ku ev pirsgirêka wî bi xwe ye, pirsgirêka dewleta Tirk a înkarkirina hebûna Kurdan û welatên wan, pê re jî înkarkirina mafên wan ên çandî û siyasî beriya her tiştî mafê wan ê xwerêvebirinê ye. Heke çareser nebe, ne Tirkiye weke dewlet, ne hikûmeteke wê weke erka birêvberiyê dikare bi rastî serketî be, bi pêş bikeve.

Yanî, heke mirovekî maqûl hebe, ti carî nikare gotinên “Çareserî, maresî nîne” ji bo pirsgirêkên xwe bi kar bîne. Serokwezîrê nû yê R. T. Erdogan ê bi navê Binali diyar e ne ji wan mirovan e ku mirov bibêje, maqûl e. Yan jî ew îradeya wî nîne ku karibe gotinên maqûl bike. Ya rastî mesele wisa diyar e ku zalim, bi zilma xwe nizanin maqûl bin û nikari maqûl bin. Neheqbûna wan destûrê nade wan ku karibin maqûl tevbigerin û gotinên maqûlane bikin. Lewma, heke ne neheq bûna, dikarin qet nebe biqasî dînekî maqûl bin; lê ji ber ku neheq û desthilat in nikarin û nizanin maqûl bin. Dîsa jî ez divê eşkere li xwe mikur werim ku metelmayî me ku Binali dikare evqasî eşkere ne maqûl be. Xwedê maqûliyê bike nesîbê wî, nesîbê xwediyê wî û nesîbê dewleta wî, lewma herkes dixwaze dijberê wî maqûl be, da ku karibe pê re li ser aştiyeke maqûl jî li hev bike.