Xwedevanên delal bi destûr ez ê serê we bi çend gotinên teorîk biêşînim. Lewma heta ku ez li vî aşî xwedî dernekevim, mesele hal nabe, naxwe weke gelekan ez ê jî li şûna aş bidin dûv çeqçeqokan. Di warê zimên de awira min wê ew awir be ku her zimanî weke entîteyeke xweser dibîne û bi vî awayî jî zext, bêparhiştin yan jî talîkirina zimanekî weke binpêkirina mafê sereke yên axaftvanên wî zimanî dibîne û di heman demê de helwêsta bi vî rengî ya li dijî zimên bi xwe jî weke hewldana qirkirinê dinirxîne.  

"Zimanê me hebûna me ye", "zimanê me rûmeta me ye" ji wan şîaran in ku nexasim jî van salên dawiyê tesîreke mezin dikin li tevgera rizgariya gelê Kurd. Bi rastî jî ziman û pişaftina civakan a çandî ya xwe disipêre pişaftina zimanê civakan yek ji wan şêwazên qirkirinê ye ku van herdu sedsalên derbasbûyî rê vekirin li tinekirina gelek civak û zimanan. Ev qirkirina çandî rengek e ji wan rengan ji bo tinekirina çandên berxwedanê jî û yek ji stratejiyên sereke yên çalakiya tineker û yekrengker ên dewletan bû û hîna jî vî rengê xwe diparêze. Di vê pirsê de jî meseleya sereke wekheviya yan jî yeksaniya zimanan e ku dewlet li dijî wê tehlûkeya herî mezin in.

Dewlet kujerê zimanan e

Dewletan yeksaniya zimanan ji holê rakir; nexasim jî di serdema modern de bi dewletên netewe re ev rewş xirabtir bû. Ev rewşa kambax veguherî nexweşiyekê ku ji bo mîrateya mirovahiyê ya çandî yek ji felaketên herî mezin ên dîrokê ye. Lewma her ziman di encama tecrûbe û ezmûnên taybet û kolektîf ên civakan de di nava pêvajoyên dîrokî de peyda bûye, lê dewlet bi yek derbê û para bêhtir çor û hişk bi darê zorê wan tine dike. Ev yek xesbkirina yek ji mafên sereke yên mirovan e. Dema ku dewlet zor û zexteke eşkere li ser zimanan nekin, dema ku ew yek zimanî derdixin pêş û wî zimanî bi tenê weke zimanê xizmetên dewletê dibînin, hingê jî ew karûbarê xwe yê tinekirina zimanan dewam dikin. Jixwe bi serdestiya zimanên cîhanî yên weke Ingilîzî kategoriyeke zimanan peyda bû ku mirov dikare weke zimanên kujer jî binirxîne û ev ziman jî tehlûkeyeke din in ji bo geşedan û xweparastina zimanan.
Niha xwendevan wê bibêjin ev çi ye? Te serê me bi van peyvên nedarîçav tevlîhev kir; bi xwedê ew xwedevan jî rast dibêjin, lê ev destpêk şert e ji bo fêmkirina rewşa kurdî bi giştî û meseleya ez ê behsa wê bikim jî bi awayekî xisûsî. Zimanê Kurdî demeke gelekî dirêj bi wan hewldanan re rûbirû bû fizîkî bûn û armanca wan tinekirina wî bû. Piştî van hewldanan bi tinehesibandinê weke navgîneke tinekirinê dewleta tirk jî û ya Sûrî jî rabûn. Herî dawî jî bi piçûkdîtin yan jî bêqîmetkirinê jî armanca dewletan heman tişt bû: ji holê rakirina Kurdî. Ne belesebeb e ku hîna jî birêveberên dewletan nexasim jî yên dewleta Tirk yên peyvên weke "Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye", "Kurdî bi kêra dibistanan nayê" ji xwe didin der. Ango Kurdî bi her hawî rûbirûyî êrîşên cihêreng bûye ku armanca wan tinekirina wî bû; aktorên van kirina jî dewlet bûn: Tirkiye, Sûrî, Îran û Iraq. Li hemberî vê civaka Kurd bi gelek rengên cihê li ber xwe da û şand û xweseriyên xisusî yên vê civakê parastin. Helbet ev têkoşî ne nebi tenê yeke zimanî bû, lê yek ji armancên vê têkoşînê jî paraztina şand û zimên bû û hîna jî wisa ye.

Di nava dengên bajêr de Kurdî pirr kêm bûye

Tesîreke gelekî mezin a li ser zimên û helwêstên xelkê li hemberî zimanê xwe û zimanên din jî girêdayî helwêstên dewletê û jiyana modern a li bajaran e. Heke mirov ji ber zimanê xwe yê dayikê bûbin mexdûrê cudakeriyê yan jî dîtibin ku zimanê fermî mirovan dikin xwedî hin îmtiyaz, hingê ev yek jî tesîrê dike li helwêsta wan a li hemberî zimanê wan û ev helwesta wan erênî be yan jî neerênî be diyarker e li ser wê yekê ka ew ê zimanê xwe çalak bi kar bînin yan na. Ev peyvên li jor jî min ji neçarî nivîsin da ku dema ez behsa meseleya eslî bikim, şaş neyêm fîmkirin. Ez gazinan nakim ji xelkê, lê dîsa jî liberhevgirtina du mekanan bawer dikim wê bikin ku hûn jî şok bibin. Destpêka vê îlonê ez piştî 25 salan çûm Diyarbekrê, paytexta dilan… Balefira lê siwar bûm di warê zimanî de para bêhtir yekzimanî bû, rêwî bi Tirkî dipeyivîn. Bi her halî ev ne nîşaneyek bû ku mirov pê rengê zimanî yî bajêr bibîne. Dotira rojê dema çûm Xana Hesenpaşa çi dikandar û çi mişterî herkes bi Tirkî dipeyivî. Gerçî kurdîpeyivîna min timî rastî kêfxweşiyekê dihat û herçî çarşiya şewitî bû, bersiva min jî paşê bi Kurdî bû. Lê li sûk û kolanên bajêr bi giştî zimanên bi ber guhê mirovî diketin bi awayekî eşkere nîşan dida ku reng û dengê zimanî yê bajêr di nava 25 salan de gelekî guheriye. Bajarê ku berê pirrzimanî bû îro jî pirrzimanî ye, lê…

Nexşeya dengên bajêr guherî

Erê "lê"ya vê meseleyê heye, lewma war ew war bû lê bihar ne ew bihar bû. Beriya bi 25 salan dema mirov li bajêr digeriya nexasim li Sûrîçî û Baxlerê zimanê herî zêde li kolanan li ber guhê yekî diket Kurdî bû, helbet Tirkî jî li bajêr hebû û belav jî bû. Jixwe hin dengên weke Ermenîkî, Erebî li bajêr êdî kêm bûne, gerçî koçberên ji Sûriyê ji nû ve Erebî li dengên nava bajîr zêde kirine, lê ne bi wî rengê beriya Şerê Cîhanî yê Yekem. Îro Tirkî bûye dengê serdest ê bajêr, di wê astê de ku herî kêm ji sedî 80´yê dengê bajêr îro Tirkî ye. Berpirsiyarê sereke yî vê encamê helbet dewlet û siyasetên ziman ên vê dewletê ne. Ango herçî diz e, ew dewlet e; lê xwediyê rez jî bêqisûr nîne. Belê em Kurd weke xwediyê rez, me ji bo ku em rezê xwe biparêzin  her tişta ji destê me were diyar e nekiriye. Min gelek caran li Diyarbekra ku êdî ewqasî mezin bûye ku min xetên wê yên dolmîş û minîbusan jî ji hev dernedixist li rê pirsî. Dema ku min ji mirovên navserê pirsî "xalo…" diveciniqîn û digotin "yegenim (xwarzê…)". Min pêşî ji xwe re got, tu li vê ecêba kesî nedîtî, lê piştî bi çend rojekî êdî in dizanî ya ecêb axaftina min bû û ne ya wan. Di nava dengên bajêr de dengê zimanê min kêm bû. Wan kesên ku bi Kurmancî bersiva min li min vegerandin jî beriya ku bersiva min bi temamî bidin û rê terîf bikin gotin (bê îstîsna), "ez Zazayî me" yan jî "ez Zaza me". Ez kêfxweş bûm ku nifşê ciwan ên kirmanckîaxêv jî hîna pirrziman e û di nava van zimanan de Kurmancî jî heye; ez pirr xemgîn jî bûm ku heta bi nifşên navsere yên kurmancîaxêv êdî axaftvanên pasîf ên Kurmanciyê bûn. Li Sûrîçiya îro hîna Kurdî li kolanan li ber guhê mirov dikeve, bi pirranî nifşên ku êdî ciwan nayîn hesibandin van dengan li dengên bajêr zêde dikin. Li sûrîçiyê jî min li rêya dêrekê pirsî ji zarokekî 9-10 salî, wî ji min fêm kir, lê devê wî negeriya ku bi kurdî bersiva min bide. Bi rengekî weke lalan ez heta bi devê deriyê dêrê ve birim û paşê jî bi destê xwe îşaret bi zengilê dêerî kir û xwest ez li zengil bixim da ku derî li min vebe. Ango diyar e Kurdî ji bo nifşên zarokan êdî zimanekî pasîf e heta li wan deverên bajêr ku hîna Kurdî di nava dengên wê de xwedî cihekî girîng e.

Li bazara Sokeyê Kurdî yek ji dengên bajêr ê diyar e

Ev ne qeder e, ev rewş diguhere û dikare biguhere. Têkoşîna rizgariya gelê Kurd jî bi vê armancê êdî çalaktir e. Li aliyê din helwêsta li hemberî Kurdî ji ber ku di nava civaka Kurd de guherî ev leza asîmîlasyonê jî êdî weke berê nîne. Lewma 10 rojekî piştî ku ji Çarşiya Şewitî veqetiyam li Tirkiyeyê çûm navçeya Aydinê Sokeyê. Min ecêbeke din jî li wir dît, ez dikarim pirr bi hêsanî bibêjim ku rêjeya Kurdî di nava dengên bazara Sokeyê de ji ya li Çarşiya şewitî zêdetir bû. Bi ser halan de keça min Stêrîn a ku Şelwarekî Kurdî li xwe kiribû û bi min re bi Kurdî dipeyivî, her hejîr, hinar, sêv di dezgahdaran weke diyarî wrrdigirtin, heta wê astê ku ez bûm hemalê van diyariyên wê. Ango li Sokeyê ne ku bi tenê dengê Kurdî di nava dengên bajêr de hebû, her weha helwêsta Kurdan yan jî kurdîaxêvan jî li hember zimanê wan gelekî erênî û gelekî kêfa wan dihat bi zimanê xwe bipeyivin. Dîsa jî diyar bû peyivîna sarokeke 2 salî bi Kurdî ji bo wan jî hesretek bû. Min ji çendekan pirsî û wan gazin ji xwe û zarokên xwe dikirin ji ber ku ji wan nayê zarokên wan pirrzimanî bin yan jî bi Kurdî herweha aktîf bipeyivin jî. 



LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN