YEHYA KERÎM / ROJNEWS/HEWREMAN

Di nava hewayek sar a befrê de, di navbera du çiyayên bilind yên Hewreman de cejna Pîrşaliyar tê pîrozkirin. Hefteyek ji beriya cejnê xelkê Hewreman dest bi amadekarî û pîrozbahiya Cejna Pîrşaliyar dikin, bi boneya cejnê xwarinan çêdikin.

Bi hatina Çarşema yekem a çileyê Zivistanê re welatiyên Hewreman li Rojhilatê Kurdistanê diçine Hewremana Text ji bo pîrozkirina Cejna Pîrşaliyar. Ji beriya cejnê bi rojan welatiyên herêmê xwe ji bo cejnê amade dikin. Doh pîrozbahiyan destpê kir. Nêzî hezaran sale welatiyên Hewreman Cejna Pîrşaliyar pîroz dikin ku yek ji 99 pîrên binav û deng ê Hewreman li serdema Ola Zerdeştî ye. Welatî di nava 3 rojan de gelek çalakî û pîrozbahiyan lidar dixin û Cejna Pîrşalyar pîroz dikin.