
HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li Agiriyê pirraniya baskekî operasyonê yê artêşa Tirk bi derbên gerîla tine kiriye, cenazeyên eskeran di kontrola gerîla de ne û yekîneyên Tirk nema dikarin vekişin jî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser operasyona ku artêşa Tirk li Agiriyê 27’ê Îlonê dayî destpêkirin û li ser çalakiyên gerîla daxuyanî da. HPG’ê got, ‘yekîneyên dijmin ketine kemînê û nikarin ji qadê vekişin.’’
Pirraniya wan hatin kuştin
HPG di daxuyanî de dibêje, “27’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Demîrkapi a Bazidê ya ser bi Agirî bi tevlîbûna gelek esker, cerdevan û kontrayan operasyoneke berfireh daye detspêkirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de ku li tevahiya eyaleta Serhadê hatiye destpêkirin, heman rojê hêzên me baskekî operasyonê, berê sibehê kirine kemînê. Ji nêz de yekîneyên dijmin bûne hedefa hêzên me û pirraniya hêzên dijmin hatin kuştin. Di çalakiyê de gelek çekên eskerên dijmin hatin desteserkirin û gelek cenazeyên hêzên dijmin jî di kontrola hêzên me de ne.”
HPG´ê da zanîn ku gerîlayanji destpêka operasyonê ve 3 rojan li ser hev çalakî li dijî artîşa Tirk li dar xistine û kontrola meydanî jî bi temamî di destê gerîlayên de ye. HPG´ê got, yekîneyên eskerên Tirk ên di kemînê de jî nikarin ji deverê vekişin.
HPG´ê da zanîn ku gelek esker hatine kuştin, operasyon dewam dike û ew ê agahiyên berfireh paşê bi raya giştî re parve bikin.
Li Şirnexê eskerek hat kuştin
Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de 30’ê Îlonê saet 15.30’î li Şirnex Gabarê, bi ser qereqola Girê Cotyar de girt. Di çalakiyê de ku mewziyên eskerên Tirk ji du baskan ve bûn hedefa gerîlayan, herî kêm eskerekî Tirk hat kuştin.
HPG´ê wekî din da zanîn ku artêşa Tirk a ku bi gerîla nikare, zilmê li xelkê Kurdistanê dike, li gorî vê, 29’ê Îlonê saet 17.00’an artêşa TC’ê ya dagirker li gundê Nenya ya Licê ya Amedê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker bi ser malên gundiyan de girt û zext li gundiyan kir.
ANF / BEHDÎNAN