Jin bi têkoşîna xwe bûne kabûsa desthilatdariya mêr a pênc hezar salî. Pergala mêrê serdest ev pênc hezar sal e ku ji bo hebûna xwe weke vîrûsê xwe li hest, raman û bedena jinê pêçaye û berdaye nava hucreyên civakê. Jinan jî ji destpêkê ve li dijî vê zihniyetê li ser navê azadî û wekheviyê têkoşîneke bê hempa dan û didin. Ev têkoşîn ji nîvenga sedsala 20'an ve bi pêşengiya jinên Kurd geş û gûr dibe. Têkoşîna jina Kurd ku tê de gelek berdêlên giran hat dayîn, li Rojhilata Navîn û cîhanê mînak tê girtin. Gelek rêxistin û tevgerên jinên cîhanê têkoşin û rêxistina jinên Kurd ji xwe re kirin çavkaniya îlhamê. Ev têkoşîna jina Kurd ku bingehê xwe ji fikir û felsefeya bîrdoziya azadiyê digire, her ku diçe mezin dibe û textê zilimkaran dihejîne. Jinan bi cenga xwe pargala ku li ser tinekirina vîna wê hatî sazkirin ji hev belav kirin. Ji destpêka xebatên birdoziyê heta avabûyina PKK'ê, ji zindanan heta serhildanên gelê Kurd di her astê de jin, di nava tevgera azadiyê de bûn xwedî mîsyon, û di hişyarbûyîna gelê Kurd de roleke sereke lîstin. Di her pêvajoye de jinan cihê xwe girt û rêya têkoşîna azadiya gelê Kurd bi rengê fedayîtî nîşan da. Di dema damezrandina birdoziyê ango destpêka koma îdeolojîk de têkoşera pêşang a bi nav û deng Sakîne Cansiz cîhê xwe digirt. Sakîne bû tirs û xofeke mezin ji bo dijminê jinan. Ji lewra pergala netew-dewletê ya mêrê serdest û paşverûtiya civakê, jinên berxwedêr her tim ji xwe re weke xeterî dîtin. Ji lewma dijminê jinan her tim pêşengên civakê ji xwe re kirin hedef. Lê berdêla wê çi di bila bibe jinan li hemberî vê zilmê serî netewandin û têkoşiyan. Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Yadê Eqîde, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne çend mînakên vê ne. Jinên şoreşger ên ku di dilê dijminê xwe de bûn tirs û xofeke mezin, di rûpelên dîrokê de jî bi tîpên zêrîn navê xwe nivîsandin. Di oxira azadiyê de wan bê dudilî şer kir û bûn çirûs ji bo jinên li azadiyê digerin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker ji bo pêşî li pêşvecûna jinê bigre, bi çavsorî hewil dide hemû destkeftiyên jin û gelan têk bibe. Li gel êrişên siyasî, çandî û civakî niha jî dest bi operasyonên pirr alî yên leşkerî kirine. Tişta ku nikaribû bi rêya ajan, sîxur, teknîk, girtin û binçavkirinan bike niha hewil dide bi operasyonên dersînor encam bigre. Îro roja 19'an a Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ye. Bêguman ev operasyon ne tenê li dijî Heftenînê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi tevgerên dagirkeriyê û êrişên dawî re dixwaze tevahiya Kurdistanê bi dest bixe. Lê di van tevgerên dagirkeriyê de dîsa derbên giran bi destê jinan dixwe. Li Heftenîna ku li her bihosteke axa wê destaneke lehengiyê hatî nivîsandin bi rojane têkoşîneke bê hempa tê meşandin. Di bin fermandariya Esmer Demir de sê jinên şervan 24 saatan bi berxwedana xwe qûdûmê dijmin şîkandin. Leşkerên dagirker li hemberî vê berxwedana jinan matmayî man. Ji lewma bi propangandayên derew hewil didin binkeftina xwe veşêrin. Gerîlayên azadiyê li vir bi eşqeke mezin şer dikin û dibêjin "Ev der Heftenîn e!" Têkoşerên bi vê biryardariyê şer dikin destnîşan dikin ku, berxwedan çawa dikare hesabê dijmin serûbin bike. Berê jî Artêşa Tirk a dagirker di bin gelek navan de bi desteka hêzên noker xwest têkeve Heftenînê. L‎ê dema ketin Heftenînê nizanîbûn wê çawa jê derkevin. Heftenînê gelek tavên wiha bihorandin. Ew bû şahîdê lehengiya şerê 1992'an, bû şahidê tevgera dagirkeriyê ya bi navê Çelîk ku dixwestin Tevgera Azadiyê li vir tine bikin. Lê bi pêşengiya şervanên YJA Starê hemû pîlan û hesabên wan têkçûn û bê encam man. Çawa li Rojavayê Kurdistanê tarîtiya çeteyên sedsalê li ser destê şervanên YPJ'ê têkçû û şoreşa Rojava bû şoreşa jinê. Wê zilm û faşîzma Erdogan jî bi destê jinan têk biçe û cîhan wê li dora jinê bi azadiyê şa bibe.