
Şêniyên herêmên Şahbayê yên bi destê dewleta Tirk dagirkirî ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, nerazîbûnên xwe nîşan didin.
Çavkaniyeke pêbawer ji bajarokê Raî yê ser bi Babê, ji nûçegihanê me re ragihand ku girtîgeha gundê Eyaşa ya li bakurê bajarê Babê û başûrê bajarokê Raî, ji aliyê çeteyên Sultan Murad, Silêman Şah û Mutesim Billah, hatiye tijîkirin bi sivîlan. Çavkaniyê da zanîn ku sivîl bi sûcên wekî hevkariya bi çeteyên DAIŞ′ê, rêjîma Baasê û Ceyş El-Siwarê, têne tohmetbarkirin. Ev girtîgeh ji aliyê çeteyên Mutesim Billah ve tê birêvebirin.
Xelk wê artêşa dagirker protesto bike
Di dîmenekî de ku çavkaniyê ji nûçegihanê ANHA´yê re şand, xuya dike ku welatiyek ji aliyê çeteyên Mutesim Billah ve hatiye girtin, li erdê avêtiye, şopên êşkenceyê li ser laşê wî xuya dikin û dayîk û bavê wî jî li gel wî ne. Di dîmen de xuya dike ku bav dibêje, ″Em ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê reviyan, niha jî em ketine bin destê van çeteyan.″
Çavkaniyê nûçeyî da zanîn ku welatiyê êşkence lê hatiye kirin hê sax e, lê nikare ji cihê xwe rabe. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku guman têne kirin ku şêniyên herêmê li hemberî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşan li dar bixin û wiha domand: ″Çeteyan gelek kiryarên kuştin û talankirinê li herêmê pêk anîn û welatî nema dikarin tehemul bikin.″
NÛRHAN HESEN / ANHA / ŞEHBA