5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta Kemal Aktaş “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê birrî. Cezayê Aktaş îsal ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û dosya ji Dozgeriya Înfazê ya Amedê re hate şandin. Dozgeriya Înfazê ya Amedê ji Serokatiya Meclîsê “wekîltiya Aktaş pirsî û diyar kir ku Aktaş di Meclîsê de parlementer e.”
Parlamenteriya Aktaş dewam bike
Parlementerê BDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş ku ji doza sereke ya KCK’ê ya Amedê hatiye girtin. Aktaş di pîrozbahiya Newroza sala 2006 de li navçeya Silopî ya Şirnexê axaftinek kiribû. Bi îdîaya ku Aktaş “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek ceza lê birrîbûn.
Piştî ku li Aktaş ceza hatibû birrîn, derdorên alîgirên dewletê ev kirin nîqaşê û bi vê sedemê diyar kirin ku wê parlamenteriya Aktaş were betalkirin. Bi rawestandina cezeyê Aktaş, rê li ber van quftugoyan jî digiri û wê nikaribin parlamenteriya wî bixînin.
Aştî û biratî xwest, ceza lê birrîn
Parlementerê BDP’ê Aktaş xwestibû operasyonên leşkerî yên li Bakûrê Kurdistanê bêne rawestandin û gotibû; “Ger bi rastî rayedarên dewletê dixwazin aşitî pêk bê, bila operasyonên leşkerî rawestînin û efûya giştî îlan bikin. Divê ji bo çareseriya van pirsgirêkan DTP muxatab bê girtin. Kilîda çareseriya pirsgirêka kurd li Kurdistanê ye. Kilîda çareseriya pirsgirêka kurd di destê biratiya kurd û tirkan de ye. Werin em dest bidin hev û bi biratî vê pirsgirêkê çareser bikin. Gelê Kurd bi tank û topan naqede, destê xwe yê azadî û aşitiyê dirêjî Kurdan bikin. Gava zarokên tirkan dimirin, çima dayîkên tirk dibêjin bila welat sax be. Bila welat sax be lê çima ev ciwan bimirin.”
ENQERE