´´Ez mame di hîkmeta Xwedê da Kurmanc di dewleta dinê da Aya bi çi wechî mane mehrûm? Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?´´
Ehmedê Xanî
Piştî hilweşandina mîrekiyên Kurdistanê û şikestina serhildanên hezar û heştsedî ya dawî jî serhildana şêx Ubeydulayê Nehrî bû. Ev serhildan li hezar û heştsed û yekê têk diçe û rewşa perçebûnê ji ya berê gelekî kambaxtir dibe. Êlên ku berê li dora mîrekiyan û serhildanan kom bibûn bi şikestina serhildana dawî re belav dibin û di navbera wan de nakokî digehije qata herî jor. Neyartiya êlan wer dike ku civak nikaribe di nav ewlehî û aramiyê de bijî. Hevtalankirin, pevçûn û bûyarên xerab li her cihî rûdidin. Li nav wê rewşa xirab li beşê di bin destê Osmaniyan de (ev beş bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê ye) Alayiyên Hemîdî têne orgenîzekirin. Hin lêkolînvan dibêjin, ev Alayî serê pêşî ji ber ku dibûn avahiyeke xwedî hêz, di aramî û îstîqrara civakê de roleke pozîtîf leyistin. Li her herêmê bi dehan êl li nav Alayekê kom dibûn, kêm be jî aramiya wê herêmê çê dikirin.
Dibe ku ev nêrîn heta deverekê rast be û aramî çêkiribin. Dîsa dibe ku niyeta serokên êlên di nav wan Alayiyan de cih digirtin jî aramiya herêma wan be û xweparastin be. Ji ber dema Alayên Hemîdî têne orgenîzekirin ti tevgerên ku Kurdan li dora xwe kom bikin nebû û serhildan jî ne mabûn. Piştî serhildana şêx Ubeydulayê Nehrî deh salan ev Alayî hatibûn orgenîzekirin.
Lê niyeta dewleta Osmanî ew bû ku hêza Kurdan belav bike û bi xwe ve girêbide. Niyet ew bû ku di şerê li nava Osmanî û Rûsan de wan bi kar bîne. Hêza wan bike perçeyên biçûk û serokên êlan bêtir bikin bin destên xwe. Her Alayiyekê serbixwe orgezîne bike, nakokî û berberiyên di nava êlan de kûrtir bike. Bi wê niyetê bi fermanên paşayên wan berê êlan didan hevdu da ku careke din tovê yekitî û tifaqê di nava Kurdan de zîl nede û zû bi zû şîn nebe. Hem ew bi hevdu didane kuştin û hem jî hêza wan li hemberî tevgerên Ermenî bi kar dianîn. Bi kurtî niyet ew bû ku bi kevirekî du çûkan bikujin. Bi wê niyetê hêza Kurdan di nav şêst û pênc Alayîyan de dabeş kiribûn û ew bi temamî kiribûn bin fermana xwe. Mirov dikare bêje ku gehiştibûn armanca xwe. Ji ber ku ev Alayiyên bi navê padîşahê Osmanî Ebdilhemîd hatibûn orgenîzekirin, piştre hin ji wan bûn mîna grupên çeteyan û ji bona talanê êrîşî ser derdorên xwe kirin. Êrîşî ser gelên din yên ku li Kurdistanê dijîn kirin û bûne hevparên komkujiya Tirkan ya li dijî Ermenî û Suryaniyan.
Nêrîneke din li ser Alayiyên Hemîdî heye, ew jî wan dişibînin cerdevanên ku îro li Kurdistanê hatine orgenîzekirin, wan û cerdevanan wek hev dibînin. Ez bawer dikim ku pêdiviya vê nêrînê bi lêkolîneke berfireh heye. Pêwîst e ku li ser vê nêrînê baştir û bi bêhneke firehtir lêkolîn werin kirin. Ji ber ku Alayên Hemîdî ne li dijî serhildan û azadiya Kurdan hatibûn orgenîzekirin. Lê cerdevan raste rast li dijî tevgêra azadiyê hatine orgenîzekirin û li dijî daxwaza gel ya rizgariyê têne bikar anîn. Cerdevanên ku bi navê parêzvanên gundan hatin orgenîzekirin, roja pêşî dizanîn dê li dijî gelê Kurd û şervanên wê şer bikin.
Tiştekî din heye ku divê were zanîn, hemû Alayiyên Hemîdî, ew karên xirab nekirin. Gelek ji kesên ku li nav wan Alayiyan berpirsiyarî kiribûn, piştre serokatî ji serhildanên piştî şerê cîhanê yê yekemîn kirin. Gelek ji wan hatin kuştin û yên mayî jî neçar man ku ji welêt birevin. Ji ber wê dibêjim, divê li ser vê mijarê bi bêhna firehî lêkolîn werin kirin.
Jixwe mabesta vê nivîsê ne nirxandina Alayiyên Hemîdî ye. Mabest ew e ku sedema bêtifaqiya serdema şerê cîhanê yê yekemîn were zanîn. Were zanîn ku çima Kurdan nekarî ji wê fersenda zêrîn sûd werbigirin.
Li wan rojên ku împaratoriya Osmanî belav dibû, mîr Evdilrezaq Bedirxan ji serokên êlan û şêxên olî re nameyekê dişîne û di namê de dibêje, ´´dewlet li ser teniştê ketiye, heke em tahfekê lêbidin ew ê bikevê û em ê bigehin mafê xwe.´´ Rast bû dewlata Osmanî li ser teniştê ketibû. Lê heke Tirk li ser teniştê ketibûn, Kurd ji ber şerê navxwe serdevkî ketibûn. Pir zehmet bû ku karîbana bi hev re rabin. Ji ber şer û pêvçûnên talan û kuştinê her êl bibû xwîndarê êleke din û bawerî di nav wan de nemabû. Mercên tifaqê yên navxweyî gelekî xirab bûn û hestê netewî hetibû ber mirinê.
Girîngiya zanîna azmûna wê serdemê ji bona îro ya girîng ev e, divê were zanîn ku ti hêz bi piştevaniya neyaran nikarin mezin bibin û ji Kurdistanê re dê nikaribin xizmetê bikin. Bê çawa mîrekên ku pişta xwe spartibûn Sewafî û Osmaniyan di dawî de têkçûn. Her wisa Alayiyên ku bi destê Osmaniyan hatibûn orgezînekirin jî ji feydê pirtir zerar dane neteweya xwe û têkçûn. Îro divê hemû hêz û partî zanibin ku ew jî dê bi piştevaniya dewletên ku Kurdistan dagirkirine nagihin ti armanc û serkeftinan.