JÎN JIYAR/ROJNEWS / QENDÎL 


Li gundên Qendîlê karê çinîna simaqê jinan li hev dicivîne. Jin hem karê xwe dikin hem jî behsa serpêhatiyên xwe dikin. 

Yek ji karên komî yên jinan nexasim jî li herêmên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê, çinîna simaqê ye ku her sal di dawiya meha Tebaxê de di nava jinên gundên Binarê Qendîlê de veguheriyeke çandekê. Jin bi stran û henekan berê xwe didin çinîna simaqê.

Di vî karî de hemû erk dikevin ser milê jinan. Ji çandina şitlan bigire heta bi çinîna beran. Ew şitlan li zeviyan diçînin û weke zarokeke xwe diparêzin û xizmeta wan dikin. Piştî sê salan, êdî darên wan têne bergirtinê û simaqa ji wan daran li ser sifreyên me xwe dide diyarkirin.

 

Jin bi civakîbûnê westa wê dikin xweşî

Çinîna simaqê û hûrkirina wê karekî zehmet e û canê mirovî gegelekî diwestîne. Nexasim jî di germa havînê de ev zehmetî girantir e. Lê belê li gel van zehmetiyan hemûyan jî dîsa jin bi rûxweşî û lêvên ken karê xwe bi rêve dibin.

Xelkê Qendîlê berhema simaqê weke serçaveyeke aboriyê bi kar nayîne. Ew simaqê bi pere nadin kesekî. Hinekî ji bo xwe radikin û yên gelek jê heyî di nava xizm û ciranên xwe de belav dikin.  Para her kesî tê de heye û kesek jê bêpar namîne.

 

Tam û derman e

Yek ji wan jinên ku karê çinîna simaqê dike Amîne Mihemed têkildarî taybetmendiyên simaqê ya ji bo tenduristiya mirov  bawer dike, “Gelek taybetmendiyên baş ên simaqê hene. Di gelek cihan de weke derman bi kar tînin. Di dabezandina tansiyonê de sûda wê heye. Pudiyên didan bi hêz dike. Ji bo zarokan jî gelek baş e. Lê pêwîst e bi şêweyekî bi sihet bê xwarin, ne gelekî zêde. Her wiha weke giyayekî derman tê dîtin. Li pirraniya herêmê çêdibe. Ji bo wan kesên ku nexweşiya şekir bi wan re heye jî gelekî baş e.”


Ji bo rengkirina cilan

 Simaq û tirşî cihek baş di nava biharatan de digire ku ji bo tirşkirina xwarinê tê bikaranîn. Her wiha ji bo bi rengkirina cil û armûş jî tê bi kar anîn.


Tameke xwarinên Kurdî ye

Simaq dareke berhema Rojhilata Navîn e. Ji ber wê li hemû welatên Rojhilata Navîn  heye. Simaq cigirekî baş ê xwarinên kurdewariye. Li gel Kebab, dolma û gelek xwarinên din dibe mêvanê sifreya me. Tam û lezetê dide xwarina me.


Çanda civat û civakê diafirîne

Li gel van hemû taybetmendiyên baş, sedemek ji bo peywendiyên civakî û komkirina jinan hatina cem hev e. Her wiha ji bo bipêşxistina çanda diyarî û bexşînê di nava civakê de rola wê heye. Ev karê jinên li gundê Qendilê dide diyarkirin ku ew aboriya di destê jinan de ka çi civakeke zêrîn li pişt wê heye.