
'Leşkeran binçav kir û winda bû'
Di serdema ku JÎTEM'ê zêde weladî direvandin de Cezair (17) û birayên wî Hasan û Mehmet Selîm Orhan ji aliyê leşkeran ve hatin revandin û pişt re agahî ji wan nehat girtin. Salîh Orhan, ji bo aqûbeta berayên xwe fêr bibe serî li gelek sazî û raedarên dewletê da. Lê heta niha tu encam bi dest nexist. Di sala 1994'an de leşkeran bi ser mezreya Adrok a gundê Zara yê navçeya Pasûrê de girtin û mezra şewitandin. Malbata Orhan li ser vê yekê koçî mezra Kiran bûn û li konan bi cih û war bûn. Orhan, anîn ziman ku bi mehan di konan de man û hemû zevî û çandiniyê wan li erdê bê xwedî ma. Orhan, destnîşan kir ku wê demê êş û îşkenceyên gelek giran dît û wiha got: "Dema em diçûn ser çandinî û çotê xwe jî me destûr ji Fermandariya Cendirmeyan dixwest. Leşkeran hatin birayên min binçavkirin û birin. Wetiyên gund ketin navberê, lê leşkeran gefa "Ger ku hûn bibin asteng em dê we bikujin" û birin. Me serî li hemû qereqolan, midûriyetên polîsan û dozgeriyan dan, lê heta niha me tu encam bi dest nexist.
'Dewlet ji mirovê 55-60 salî çi dixwaze'
Dîsa di heman salê de li mezraya Firqî ya gundê Cumarê yê navçeya Pasûrê leşkeran welatiyê bi navê Vasif Ozturk hat binçavkirin. Birayê Ozturk Îrfan Ozturk serî li ÎHD'ê da û xwest hestiyê birayê wî yê 17 sal berê hate binçavkirin û windakirin bê dîtin. Ozturk, anî ziman ku birayê wî berê ji ber mijarek malbatî 13 salan girtî ma û wiha got: "Li gel 2 hevalê xwe li gundê cîranên me ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û windakirin. 2 kesên li gel birayê min hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Lê birayê min piştî 25 rojanli Lîceyê di bin çavan de ma êdî agahî jê nehat girtin. "
'Nîşana wî hêj li heviya wî ye'
Welatiyê bi navê ciwanê 18 salî Mehmet Şîrîn Bayram di sala 1996'an de li gundê Temiranê Kebirê yê navçeya Pasûrê ji aliyê cerdevanan ve hate binçavkirin. Bavê Bayram M. Mustafa Bayram anî ziman ku pişt re wan serî li her derê da lê tu encam bi dest nexistin. Bayram, serî li Komeleya Mafên Mirovan a Amedê da û xwest ger ku hatibe kuştin jî dixwaze hestiyê wî bi dest bixe.
NAZAN SALA - DÎHA/AMED