Jiyana Ebdullah Mihemed Salih Ebdo huner bû, her jiyan û têkoşîna kurdewarî parastiye û vegotiye. Niha ji bo derxistina nifşekî zarokên Kurdan ku mîrasa sedsalan a çanda Kurdî biparêzin bi şev û roj dixebite.

Piranniya fikarên wêneyên ku Ebdo xêz dike girêdayî hawirdora ku Ebdo di nav de mezin bûyî û giha ye. Gelek xebatên wî li ser kesayet û sembolên çand û folklora kurdewariyê tên hunandin. Aliyekî wan jiyana gundên Kurdan û rengê wê, û aliyekî din têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û pêvajoyên ku tê re derbas bûyî vedibêjin. Wî di demên cuda de li Qamişlo û Amûdê 3 pêşengehên wêneyên vekir.


Rengê Kobanê û piştgiriya dinyayê

Di roja rizgarkirina Kobanê de Ebdo ji cawên rengîn wêneyekî ku berxwedana Kobanê vedigot, xêz kir. Di navenda wêneyî de cawekî ku navenda bajarê Kobanê temsîl dike, hatiye bicihkirin û ji wir gelek parçeyên cawî derdikevin û xwe li dora wê navendê dipêçin. Ew jî li gora pênaseya Ebdo ‘Mirovahiya ku li dora Kobanê civiyabû û alîkarî didayê’ temsîl dikir.


Zarokan perwerde dike

Di salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê hunermend Ebdo tabloyeke ji qûma kirêcê çêkir. Di tabloya wî de 2 şervan, yek YPG’ê û yek jî YPJ’ê rawestiyane û ala YPG’ê ji ser Girê Miştenûr ber bi bajarê Kobanê ve berdane. Ebdo peyama tabloya xwe wiha parve kir: “Ew mesajek e ji raya gîştî re ku bajarê berxwedanê Kobanê bi ser ket.”

Ebdullah Mihemed Salih Ebdo bi riya perwerdeya di dibistanan de û dewreyên li derveyî wê dixwaze nifşekî nû ku di warê xebatên hunerî de pêşketî be peyde bibe da ku ew jî ji aliyê xwe ve xizmeta çand û hunera kurdwariyê bikin.

Ebdo heya niha li Navenda Hûrî 5 dewreyên perwerdeya şêwekarî û wênexêziyê ji xwendekarên di temenên cûda de vekirin. Li mala xwe jî wî gelek dewreyên din birêve biribûn.

Ebdo got, hunera çêkirina tişt û kesan bi riya herî yan jî textan û madeyên din, ne nû ye û weha peyivî: “Berê jî zarokên Kurd bi madeyên cûda gelek şêwe saz dikirin. Dayîkên me bi riya herî, textik û cawan ji me re gelek lîstok çêkirine û heya îro ev çand didome.”


Nifşekî ku mîrasê biparêze

Ebdo balkişand ser wê yekê ku piştî derketina teknolojiyê, zarokên Kurd dûrî van xebatên destan bûne û got, “Divê em ji nû ve van şêwazên hunerî li cem zarokên xwe vejînin. Armanca me ne dîtina bi sedan hunermendan e, lê em dixwazin hunermendên Kurd ku jiyan û rewşa Kurdan vebêjin, derxînin holê da ku ew mîrasa bi sedan salan a bav û kalên me biparêzin û bi pêş ve bibin”.

Ebdullah Ebdo bang li aliyên elaqedar kir da ku ji bo pêşvebirina van huneran li herêmên Kurdî alîkarî û piştgiriyê bidin.

Ebdullah Mihemed Salih Ebdo di sala 1971’an de li Amûdê ji dayik bûye. Sala 1991’an perwerdeya Peymangeha Hunerê ya Qamişlo bi dawî kiriye û ji wê demê ve weke mamosteyekî wênexêziyê li dibistanên Amûdê zarok û xwendekaran perwerde dike. Li aliyekî din jî li Navenda Çand û Huner a Hûrî ya bajarê Amûdê wêneyan xêz dike.


HEYFA MÛSA/AMÛDÊ




Ronesansa çanda Kurdî li rojava


Ajansa Nûçeyan AFP’ê li ser vejîna çandî li Rojavayê Kurdistanê nûçeyeke bi vîdyo weşand. AFP’ê bi bîr xist ku Kurd li Sûriyê demeke dirêj hatin çewisandin û tepeserkirin. Ajans bi bîr dixe ku heta bi zimanê Kurdî jî qedexe bû di serdema Beşar Esed û bavê wî Hafiz Esed de. Betalkirina welatîbûna Kurdên Sûrî jî nehatiye jibîrkirin. 

Nûçeya bi sernivîsa “Çanda Kurdî li Bakurê Sûriyê Dipişkive” dibêje, “lê belê ji dema ku rejîm di encama şerê navxweyî de ji bakurê welat vekişiya, Çanda Kurdî li herêma Rojava ronesansekê dijî.” 

Dikandarên li Amûda dibêjin, beriya 2011’an cil û bergên Kurdî qedexebûn werin firotin, “Lê niha gelek kes dixwazin wan bikirin.”

Herçî rêveberiya xweser e, ew jî bi rêxistinkirina perwerdeya zimanê dayikê cihê xwe di nûçeyê de digire ku li Cizîrê perwerdeya bi Kurdî organîze dike. Hebûna kanala Ronahî weke yekane kanla televizyonê ya nûçeyan jî weke şoreşekê di nûçeyê de tê bi navkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN