Çîroknûsekî jibîrçûyî ji salên 1960’î
9 Ocak 2023 Pazartesi - 03:33
- Navê Mehmet Bor derdiket pêşberî min bes di derheqê wî de ji xeynî nav û afirandinên xwe ti agahiyên dîtir li cem min tunebûn wekî kî ye, çi kes e, ji ku ye û hwd. Pêrar pirtûkeke bi navê Kalik û Du Bira ya ku di sala 1964’an de li Berlînê derketiye bi dest min ket ku nivîskarê wê Mehmet Bor bû.
ÎBRAHÎM BULAK
Salên 60’î li Ewrûpayê hewla hindek kesan hebû ku dixwestin wêjeya Kurmancî bi rêya kovar û rojnameyan geş bikin. Bi ya min mirov ger salên 60’î bi nîveka pêşî ya sedsala 20’î bide ber hev, halê Kurmancî ne di rewşeke xirab de ye. Li welêt, li welatên Sovyetê, li Ewrûpayê kovar û rojname bûbûn şûngeha wêjeya Kurdî. Paşê jî sermeselê kovara Tîrêjê derket ku ne tenê rê li helbesta Kurmancî her wiha rê li ber Kirmanckî jî vekir. Salên 90’î jî kovara Rewşen û peyrewên wê bûn stargehek ji bo xort û keçên nûgihayî. Jixwe êdî rexnegir û lêkolînerên Kurmancî jî her yekê wekî nifşekê bi nav dikin û li ser van nifşan jî lêkolîn tên kirin. Niyeta min ne ev e ez bi rêya vê nivîsê berê xwe bidim Wêjeya Kurmancî ya salên 60’î li Ewrûpayê, lê dixwazim behsa kesekî bikim ku navekî jibîrçûyî ye û li derûdora kovaran ji xwe re di nav wêjeya Kurdî de li şûnekê digeriya, her wiha ji nav nifşên xwe hema beje tekane kes bû ku dixwest teqleke modern bide çîroka Kurdî.
Li Ewrûpayê salên 60’î di meydana Kurdî de navek derdikeve pêş ku him bi xwe helbest dinivîsandin him jî edîtorî û weşangerî dikir. Paşê bêtir di meydana siyasetê de jî derketa pêş ku salên 60’î wî li Ewrûpayê rê li ber wêje û weşana Kurdî vekir. Ev kes Hemreş Reşo ye. Hemreş Reşo bi kovara Hêviya Welêt û Çiya, him seba helbesta Kurmancî ya modern meydanek çêdikir him jî dibû pirek di navbera du nifşên cuda de. Sermeselê Osman Sebrî ku ji nifşê Hawarê bû, bi rêya Hemreş Reşo ji wan kovaran re helbest şandine. Yek ji nivîskarên kovara Hêviya Welêt Mehmet Bor (li hin ciyan Mehmed Bor jî derbas dibe) bû ku li çend ciyên din jî rastî navê wî hatibûm. Bes li ser wî hema hema tu agahî tunebû. Di hejmara 3’yemîn ya Hêviya Welêt de piştî ku min çîroka wî Diz û Law xwend, meraqa min her çû ser wî. Ji ber di nav ewqas kesan de ku tenê helbest dinivîsandin, wî wêriya bû bi Kurmanciya xwe çîrokeke modern a Kurdî binivîse.
Her wiha ji xeynî Hêviya Welêt di hejmara 7emîn a kovara Kurdish Facts and West-Asian Affairs de di beşa wêjeyê de helbesteke wî 'Hosîya min' çap dibe.(1) Di kovara Kurdistanê de ku xwendakarên Kurd ên li Ewrûpayê derdixistine, hejmara 7-8’an de helbesta wî 'Hedî Hedî' belav dibe. Di kovara Hêviya Welêt de hejmara sisiyan de çîrokeke wî derdikeve. Ev çîroka bi navê Diz û Lawik hema bêje tekane çîrok e ku di vê kovarê de belav bûye. Herçî para wêjeyê ye piranî salên 60’î di nav rewşenbîrên Kurdan de helbest di rewacê de bû. Di nav nifşên xwe de Mehmet Bor tenê nivîsandina çîrokên modern tercîh kiriye. Çîroka wî Diz û Lawik bi ya min tevî qûsirên xwe çîrokeke serketî ye. Teswîrên wî baş in her wiha wî teknîka monolog, flashback bi kar anîne ku wan salan di wêjeya Kurdî de dîtina wan ne tiştekî asayî ye.
Pirtûka nîvce
Navê Mehmet Bor derdiket pêşberî min bes di derheqê wî de ji xeynî nav û afirandinên xwe ti agahiyên dîtir li cem min tunebûn wekî kî ye, çi kes e, ji ku ye û hwd. Pêrar pirtûkeke bi navê Kalik û Du Bira ya ku di sala 1964’an de li Berlînê derketiye bi dest min ket ku nivîskarê wê Mehmet Bor bû. Tê de derheqê nivîskar de agahî jî hebûn. Esas dibêjim pirtûk lê ne pirtûkeke berbihev e, jixwe Hemreş Reşo jî ji bo vê gotiye: 'pirpera (kîtêb) nîvçe'. Bi daktîloyê hatiye nivîsandin û bi makîneya zêdekirinê hatiye zêdekirin. Tê de du çîrok hene ku yek jê dirêj yek jê kin e û helbest hene. Hin helbestên tê de jixwe berê li kovarên min li jor behs kirin, derketibûn. Pêşgotina wê 'Reşo' nivîsiye. Herçiqas wî wek nav tenê Reşo bi kar anîbe jî ne mimkin e ev kes ji Hemreş Reşo wêdetir kesekî din be. Li ser nivîskar jî agahîyan dide ku jixwe agahiyên herî pêbawer û berbihev ên liberdest ev in. Mehmet Bor, di sala1927’an de li gundê Çêrmeyê hatiye dinê ku bi ser qezaya Gêxî (Kigî) ya Bîngolê ye. Dibistana navîn li Xarpûtê û lîse jî parek li Amedê para din jî li Balikesîrê xwendiye. Li gor Hemreş Reşo gava li Diyarbekir dixwîne ji ber fikrên xwe yên kurdewarî û sosyalîstî bala dewletê kişandiye û dewletê ew sirgun kiriye Balikesîrê. Ji bo xwendina zanîngehê çûye Stenbolê û li vir beşa îktîsadê xwendiye. Piştî zanîngehê diqedîne li bajarê Edeneyê dibe mufetişê karker û kargehan. Li vir kovara Yol Kavşağı derdixîne û her wiha gotarên xwe dişîne rojnameya Îlerî Yurtê. Li vir bi kevaneke dixwazim behsa rojnameya Yol Kavşağı bikim. Ev kovara hanê 1’ê Hezîrana 1957’ê li Edeneyê dest bi weşana xwe dike. Xwedî û berpirsyarê kovarê Hüseyin Saritaş e ku navê Mehmet Bor ê li ser nasnameya Tirkî ye.(2) Kovar wekî kovareke ramanî û hunerî ji 24 rûpelan pêk hatiye. Hüseyin Saritaş jî bixwe tê de nivîsiye. Nayê zanîn kovar tevde çend hejmar derketiye û kengî weşana vê bi dawî bûye. Li gorî Hemreş Reşo ji ber wan xebatên xwe dewlet wî digire û tînê Enqereyê. Lê berî ku bikeve zindanê wî kariye di sala 1960’î de bi alîkariya çend kesan derkeve derveyî Tirkiyeyê. Pêşî diçe Bulxaristanê û li wir doktoraya xwe dinivîse. Li gorî Hemreş Reşo ji xeynî Tirkî û Kurdî bi Fransizî, Ingilîzî, Rûsî û Bulxarî dipeyive û bi wan zimanan jî dinivîse. Her wiha fêrî Elmanî jî bûye. Gelek gotar û helbestên wî bi wan zimanan jî çap bûne. Hemreş Reşo dibêje esas wî dixwest wekî pirtûkeke berbihev û temam vê berhema xwe çap bike lê ji ber kêmaniya diravî nekariye çap bike. Her wiha li gorî ew dinivîse ji xeynî vê berhema wî berhemeke wî ya din heye bi navê 'Yado' ku tê de helbest û çîrok hene û gotiye ew ê jî çap bibe û bigihîje xwendevanan. Lê biqasî min fêhm kir ev daxwaza wî neçûye serî.