Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan encama civîna xwe ya salane ya asayî bi daxuyaniyekê eşkere kir. Civîn di navbera 28-30’ê Mijdarê de li Şengalê bi rê ve çû.

Di civînê de ku bi tevlîbûna 72 delegeyan hat li darxistin, encamên civînê hatin eşkerekirin û ragihandin.

Di civînê de ku bi awayekî berfireh li ser bûyerên Rojhilata Navîn, Kurdistan û Şengalê nirxandin û nîqaş hatin kirin, biryarên girîng hatin girtin.

Di daxuyaniya piştî civînê ya Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan de hat gotin, wan bûyerên piştî referandûmê serxwebûnê li Herêma Kurdistanê, dagirkirina Kerkûkê nirxandiye. 

Rêveberiya Giştî li li ser mjarê got, “Tesîra van bûyeran li ser Şengalê, ku rê li ber bûyerên nû yên siyasî û eskerî vekir, bi awayekî berfireh me nirxand. Guhertinên muhtemel ên ji niha û şûn ve, tesîrên wê yên muhtemel ên li ser Şengalê û gavên pratîk ên wê bên avêtin hatine nirxandin.”


Divê statuya Şengalê fermî bibe

Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan li ser girîngiya ku meşruiyeta Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê ya saziyên li Şengalê dihewîne, gihiîştina wê ya statuya fermî rawestiya û got, “Hemfikriyek derketiye holê ku divê em li ser xisûsa ku divê pergala îdarî ya Şengala Xweser di nav mafên qanûnî û destûra bingehîn de fermî bibe.”

 

Avakirina garantiyên qanûnî û navneteweyî

Rêveberiya Giştî xisûsa hewcedariya parastina civaka Êzîdî nirxand û got, “Divê garantiyeke qanûnî ya navneteweyî ava bibe. Bal hatiye kişandin ser avabûna avahiyên îdarî yên demokratîk ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de heye, hatiye diyarkirin ku ji bo Şengal weke navend yan jî muhafeze were qebûlkirin, helwêstek bê nîşandan. Meclîsa Xweser a Şengalê wek rêveberiyeke fermî bê qebûlkirin bikevin nav hewldaneke zêde.”

Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan îşaret bi girîngiya fermî qebûlkirina hêzên asayîşê û saziyên din kir û got, “Asayîş, fermiyetê bi dest bixin, divê hewldan dewam bikin. Di vê mijarê de bang li hêzên navneteweyî û raya giştî hatiye kirin ku bi civaka Êzîdî re di nav piştevaniyê de bin û destek bikin.”


Banga vegera Şengalê

Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan herî dawî bang kir li Êzîdiyan ku li Şengalê vegerin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “nirxên xwe yên pîroz û axa xwe biparêzin, yekîtiya xwe çêkin, rêxistinbûna xwe bi pêş bixin. Hatiye destnîşankirin ku firsendên dîrokî ava bûne, ji bo mirov ji van firsendan baş sûdê wergire divê yekîtiya xwe çêke, piştevaniya hev bike, xwe bi rêxistin bike, xwedî li saziyên xwe derkeve.” n ŞENGAL